Doz ne li nelirêtiyê, li rojnamevanê nelirêtî kir nûçe hate vekirin

Rojnamevan Oktay Candemîr, ji ber nûçeya xwe ya meha Tîrmehê ku li ser nelirêtiya ji 40 trîlyonî ya li Şaredariya Tûşbayê çê kir, doz lê hat vekirin. Maseya Diziyê ya Asayîşê ya Emniyetê bang lê kir û îfadeya wî girt.

Candemîr da xuyakirin, ku yê ji ber nûçeya wî ya li ser diziyê îfadeyê bide ne ew e, lê rayedarên şaredariyê ne.

Rojnamevan Oktay Candemîr, di meha Tîrmehê de nûçeyek li ser nelirêtiya ji 40 trîlyonî ya Şaredariya Tûşbayê çêkir. Şaredarê Tûşbayê yê AKP'yî Fevzî Ozgokçe li ser vê nûçeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand, îdîa red kir û heqaret li Candemîr kir. Li ser vê yekê Candemîr serî li Dozgeriya Komarê da û giliyê Ozgokçe kir.

Midûriyeta Şaxê Asayîşê ya Midûriyeta Emniyeta Wanê piştî nûçeya nelirêtiyê kete nava tevgerê û ji bo dayîna îfadeyê bang li Candemîr kir. Candemîr li Maseya Diziyê ya Asayîşê îfade da û got, ew li pişt nûçeya xwe ye.