Partiya Demokratîk a Herêman (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Rêxistinên Bajarê Amedê, Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Tevgera Jinên Azad têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û agahînegirtinê, bi beşdariya bi sedan kesan li ber avahiya DBP’ê ya bajêr xwestin daxuyaniyek bidin. Polîsên ku avahî dorpêç kirin bi hincetên ku Rewşa Awarte heye, rê nedan ku li der ve daxuyanî bê dayîn. Li ser vê li Salona Konferansa Vedat Aydin a avahiya DBP’ê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de Parlementera HDP’ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp û nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî amade bûn. Beriya daxuyaniyê dirûşmên dilsoziya bi Ocalan re hatin qîrkirin û bal kişandin ser şert û mercên Îmarliyê.
Metna hevpar a ku hatibû amadekirin ji aliyê Rêveberê DBP’ê Rifat Ronî ve hate xwendin û diyar kir ku di anket û pêşbîniyên beriya hilbijatina 7’ê Hezîranê ku pêvajiya aştî û çareseriyê ber bi pêşketinê ve çû, lê Serokkomar Erdogan ev yek dît û maseyê aştiyê hilweşad û piştre rê li ber pêvajoyeke şer û nearamiyê vekir. Ronî diyar kir ku ji bo şerê ku niha didome, divê em biryara ku dawî li masey aştiyê anî baş fêm bikin. Ronî got: “Ev biryar bi îdîaya Edalet û Pêşketinê ya ku di hişmendiya AKP’ê ve pêk tê bi awayekî vekirî û zelal raxist ber çavan. Ev biryar dawî li çareserî, aramî û demokrasiyê anî. Ev biryar bi xwe re şer, hilweşîn, kuştin, îxlalên mafê mirovan û dawiya aramiya li Tirkiye û Kurdistanê anî. Ev biryar di dîroka 24’ê Tîrmeha 2015’an bi awayekî fîlî bû sedma ku li Tirkiyeyê bi hezara mirov jiyana xwe ji dest bide, bajar bi erdêre kirina yek, bû sedem ku bi deh hezaran malbatên mexdûr bibin û li ser vî bingehî li Tirkiyeyê cudakarî derkeve û di aliyê pîskolojî de rê li ber parçebûna Tirkiyeyê vedike. Birêz Ocalan bi dehan car bal kişand ser vê yekê ku wê li Tirkeyê rê li ber darbeyê veke mînaka vê ya herî ber bi çav jî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê ye.
‘DÎLGIRTIN BI LEZÛBEZ DIDOMIN’
Ronî îfade kir ku bêyî bibêjin Kurd, Tirk, Ereb, Çerkez, wezîfeya her kesên ku ji xwe re dibêje “ez mirov im” û rûmeta mirovan girîng dibînim, pêwîst e ji vê rêveçûnê re bêje raweste û got; “Îro her çiqasî êrîş, girtin, tepisandin di şexsê gelê Kurd de tê meşandin jî ya tê hedefkirin eniya demokrasiyê ya Tirkiyeyê ye. Ya tê hedefkirin jin e, çapemenî ye, rewşenbîr e, hunermend e, akademîsyen e û herî girîng jî bingehîn siyaseta demokratîk e. Rewşa girtîbûnê ya bi hezaran siyasetmedarên me bi ti şiklên din nikare bê ziman. Mixabin, dîlgirtinên bê maf û bê hiqûq îro jî bi lezûbez didome. Wek ji hêla raya giştî jî tê şopandin, serekeyê dewletê seferbertiyek îlan kiriye. Di vê merheleyê de eşkere ye ku wê ev wisa dewam neke, ev pir zelal e.”
‘TECRÎD HÊ GIRANTIR BÛYE’
Ronî, bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dema hevdîtina bi birayê xwe Mehmet Ocalan re nêrîna xwe, biryardariya xwe ya bidawîkirina şer bi awayekî vekirî û şiklekî zelal daniye holê û got, “Ragihandiye ku eger dewlet/hikûmet bi awayekî samîmî nêz bibe, îradeyekê deyne holê wê welat di demeke nêzî 6 mehan de ji vê kaosê rizgar bibe. Lê mixabin, hikûmeta AKP’ê bi kûrkirina şer û hê şidandina tecrîda li ser Birêz Ocalan bersiv da vê.”
‘EM TECRÎDÊ BIŞKÎNIN, AZAD BIBIN’
Ronî herî dawî der bir ku şer, hilweşîn, wêrankirin û kaosa îro encamek tecrîda li ser Ocalan e û bal kişand li ser van xisûsan; “Ji ber vê, siberojeke ku civak dixwaze tenê bi rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan, pêkanîna hevdîtina bi malbat, parêzer û heyetên siyasî û ji vê herî girîngtir jî bi azadiyê dikare dest pê bike. Birêz Ocalan, li Tirkiyeyê garantiya aştiya civakî ye. Wek tevgera siyasî ya Kurd, nûner, sazî, pêkhateyên wê û wek kesên ku li vî welatî di aştiyê de israr dikin, tevî gelê xwe bi şîara ‘Em tecrîdê bişkînin, azad bibin. Em siberojên azad bi hev re ava bikin’ daxwaza me ya esasî ji bo atmosferek aştiyane û hizûrê li Tirkiyeyê ava bibe, rakirina vê tecrîda li ser Birêz Ocalan e, azadkirina Birêz Ocalan e.”
Daxuyanî bi çepik, dirûşm û tililiyan bi dawî bû.