Nisêbînî: Dorpêçî dewam dike; em ê dest ji berxwedanê bernedin!
Nisêbîniyan dan xuyakirin, ku dorpêçî û gefa AKP'ê ya li ser bajêr dewam dike, her roj gefa mirinê li wan tê xwarin, lê belê ew ê dest ji berxwedanê bernedin.
Nisêbîniyan dan xuyakirin, ku dorpêçî û gefa AKP'ê ya li ser bajêr dewam dike, her roj gefa mirinê li wan tê xwarin, lê belê ew ê dest ji berxwedanê bernedin.
Piştî ragihandina xwerêveberiyê, li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 5 caran derketina derve hate "qedexe"kirin. Bîlançoya qedexeya navbera 1'ê Cotmeha 2015-25'ê Tîrmeha 2016'an gelekî giran bû. Li Nisêbînê, ku ji 16 taxan pêk tê, 6 taxan ji hin aliyan ve zerar dîtin. 10 tax jî bi erdê re bûn yek. Di dema qedexeyê de, jin, zarok û extiyar jî di nav de bi dehan kes ji aliyê hêzên dewletê ve hatin kuştin. Ji ber qedexeya dawî ya 134 rojan, bi hezaran mirov ji cih û warên xwe bûn û neçar man koç bikin.
Tevî ku pênc meh di ser rakirina "qedexeya derketina derve" re derbas bû, hê gelek astengî li pêşiya Nisêbîniyan e. Nisêbîniyan nerazîbûn nîşanî pêkanînên Rewşa Awarte û girtina hevşaredarên xwe dan. Nisêbîniyan rewşa xwe ji ANF'ê re vegotin.
ŞAMAN: JI GEL ZÊDETIR POLÎS HENE
Welatiya bi navê Leyla Şaman da xuyakirin, ku sê ji çar parçeyê bajarê wan hatiye xerakirin û got, "Her der bi polîsan tijî ye. Ji gel zêdetir polîs hene. Li navçeyê hefteyê carekê bazar tê danîn. Dema mirov li nava bazarê digerin, polîs jî bi maşînên zirxî li dewriyê digerin. Gel di nava zext û zora polîsan de li bazarê ji xwe re tiştekî dikire. Ji ber ku li hundirê malê telefona destan nakişîne, em êdî newêrin xwe nêzî pacê bikin an jî derkevin ser banê xanî. Bi şev û roj, maşînên zirxî bi sedan carî di kolanên me re diçûn û tên. Mîna ku kujer li ser serê me ne."
Şaman nerazîbûn nîşanî desteserkirina şaredariyê da û got, "Em mirovên ji vê axê ne. Çanda me, zimanê me heye. Çima bi israr naxwazin vê bibînin, çima înkar dikin? Tevî vê êşa giran jî, em ê ti carî ji doza xwe ya azadiyê venegerin. Em ê ji bo pêkanîna demokrasiyê li ber xwe bidin. Divê êdî dewlet bi vê zanibe û dest ji zext, zordarî û qirkirinê berde. Em naxwazin êdî xwîna kesî birije."
ÎNAL: EM BI PIŞTGIRIYÊ LI SER PIYAN E
Raîfe Înal jî da xuyakirin, ku piştî rakirina qedexeyê ew tevî çar zarokên xwe li mala xwe vegeriya û got, "Mala me ji holê nebû û her der dorpêçkirî bû. Tevî ku di ser qedexeyê de çend meh derbas bûne jî, me hê birînên xwe nepêçandine. Di rewşeke bi vî rengî de Rewşa Awarte ragihandin. Vê jî têrê nekir, qeyûm li şaredariya me bi cih kirin. AKP û Erdogan hewl dide rêyekê ji me re nehêle ku em nefesê jî bigirin. Her der tijî polîs e, zexteke psîkolojîk li me tê kirin."
Înal anî ziman, ew niha bi alîkariya gel li ser piyan dimînin û got, "Em qeyûmê li şaredariyê hatiye bicihkirin weke kelepçeya li vîna xwe dibînin û dixwazin ev Rewşa Awarte derhal bê rakirin."
YILMAZ: EM QEBÛL NAKIN VÎNA ME TINE BÊ HESIBANDIN
Mesût Yilmaz ê 20 salî, ku ji bo debara malbata xwe bike li atolyeya tamîrê diebite got, "Danê sibehê ez bi tirs diçim kar, êvarê jî bi tirs vedigerim. Her der tijî polîs e."
Yilmaz da zanîn, ew qeyûmê li şaredariyê hatiye bicihkirin qebûl nake û got, "Ji ber ku bi vê yekê re vîna me tine tê hesibandin. Dewlet, şaredariya ku nekarî bi dengan bi dest bixe, niha bi zorê bi dest dixe. Ev ne ya qebûlkirinê ye. Heta ku rewş bi vî rengî dewam bike, kes nikare li Tirkiyeyê qala aştî û biratî bike."