PADÊ cejna Êzî pîroz kir
PADÊ cejna Êzî li civaka Êzidî û hemû mirovahiyê pîroz kir û bi wesîleya vê cejnê, ji bo parastina çand û ola xwe banga xurtkirina têkoşînê li Êzidiyan kir.
PADÊ cejna Êzî li civaka Êzidî û hemû mirovahiyê pîroz kir û bi wesîleya vê cejnê, ji bo parastina çand û ola xwe banga xurtkirina têkoşînê li Êzidiyan kir.
Desteya Rêveber a Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) bi wesîleya cejn Êzî daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de, bi hêviya siberojeke azad û demokratîk, cejna Êzî li civaka Êzidî û hemû mirovahiyê pîroz kir.
Di peyama PADÊ de hat ragihandin, ku pêvajoya heyî pêvajoyeke têkoşînê ye û hat gotin, "Eger em tênekoşin, em ê nikaribin xwe û ola xwe biparêzin. Em ê nikaribin bi awayekî serbest rojiyên xwe bigirin û cejnên xwe pîroz bikin. Lewma pêwîstî bi têkoşîneke xurt heye."
Di daxuyaniya PADÊ de bal tê kişandin ser sazî û dezgehên li Şengalê ji aliyê gel ve hatine damezrandin û hat gotin "Di heman demê de pêwîstî bi xurtkirina pêşvebirina pergala xweser ya Şengalê heye. Gelek sazî û dezgehên Êzidiyan hatine damezrandin. Lewma em gelê xwe yê li derveyî Şengalê dijîn, vedixwînin Şengalê. Werin di nava pergala xwe ya demokratîk de cih bigirin, jiyana demokratîk û xweseriya demokratîk em bi hevre ava bikin."
Desteya Rêveber a PADÊ bang li civaka Êzidî kir ku li hemberî hemû lîstokan hişyar be û wiha dewam kir: "Bêguman li ser civaka me lîstok tên lîstin. Em bang li gelê me yê welatparêz, dilsoz û dil bi êş dikin, ku guh nedin medyayên xêrnexwaz. Rastiyan bişopînin û binirxînin. Nirxên olî, civakî û yên neteweyî biparêzin."
Di dawiya daxuyaniye de hat gotin, "Em hêvîdar in, cejn bibe wesîleya aştiya civakî.