Li Dersîmê 4 xwendevanên din hatin girtin
Li Dersîmê 4 xwendekarên din ku di encama serdegirtinên mal û wargehan de hatibûn binçavkirin, hatin girtin.
Li Dersîmê 4 xwendekarên din ku di encama serdegirtinên mal û wargehan de hatibûn binçavkirin, hatin girtin.
Ji 12 xwendekaran ku ji ber li Dersîmê li ser binçavkirina Hevserokên Giştî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag meş li dar xistibûn, 8 ‘ê Kanûnê bi serdegirtinên mal û wargehê hatin binçavkirin, 4 xwendekar piştî îfadeyên li Emniyetê sewqî edliyeyê hatin kirin. 4 xwendevanên Zanîngeha Mûnzûrê piştî îfadeya li dozgeriyê bi îdîaya “endamê rêxistinê ne” û bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.
Xwendekarên sewqî dadgehê hatin kirin bi heman hincetê hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Elezîzê.
Ji 8 xwendevanên ku heman rojê hatibûn binçavkirin, 7 beriya du rojan hatibûn girtin. Tevî vê, 11 xwendevanên Zanîngeha Mûnzûrê hatine girtin.