BI DÎMEN

Ji nifşekî ta bi nifşekî çîroka berxwedanê: Malbata Bîlge

Malbata Bîlge ya ku ji her nifşî di têkoşîna azadiyê de şehîd dane û çîroka Dayika Kurdê çîroka têkoşîna li Kurdistanê ye jî. Dayikê Kurdê dibêje, ‘’ez dayika Kurdistanê me. Çi qasî hewce kir em ê berdêla wê bidin’’

Dayika Kurdê (Bahar Bîlge) li gundê Tilbisim ê Dêrika Mêrdînê ji diya xwe dibe. Destpêka salên 60’î, dema ku hê di emrê zaroktiyê de bû, li gundê cîrran Saad’ê bi hevtemenê xwe Abdulkadîr Bîlge re tê zewicandin. Dayikê Kurdê dibêje li gundê Saad zarokên bi navê Hasan, Ramazan, Mehmet, Huseyîn û Ekrem jê re çêbûn û piştre jî bi malbatî diçine Nisêbînê. Li vir jî Zeynel Abidîn, Libya û Saadettîn jê re çêdibin. Dayika Kurdê dibêje, hevserê wê li hêlekê bazirganî dikir û li hêla din jî weke mirovekî dîn xizmet dikir û wê jî li malê bi xwedîkirina sewalan debarê malê dikir.

MALBATA BÎLGE APOYÎBÛNÊ NAS DIKIN

Dayika Kurdê û malbata wê dawiya salên 70’yî weke li gelek qadên ku giraniya wan lê hebû li Nisêbînê bi tevgera Apoyî ku li Nisêbînê xwe dida hîskirin, nas dikin. Dibêje, ‘’wan deman gelek kom hebûn, KUK, Kawayî, DDKD û piştre Apoyî. Di nav van koman de ên ku gel ew di nav xwe de vehewandin tevgera Apoyî bû. Weke hevserê min û zarokên min her kes ketibû ber bayê Apoyiyan û xwe dabûn pişta wan.’’

ZAROKÊN ROJNAMEFIROŞ, FERMANDARÊ EFSANEYÎ YÊ KOBANÊ

Hemû endamên malbatê bi Apoyiyên ku j isalên 80’yî ve êdî dibe partî, bi awayekî çalak xwe di nav têkoşînê de dibînin. Bav Mele Evdilqadir bi kesayatiya xwe ya jidil û ji xwe dayî, li Nisêbînê di pêşketina Apoyîbûnê de dibe xweyî ristekî girîng. Dayika Kurdê dibêje hevserê wê her dem li gel rasiyê û dijminê neheqiyê bûye û got ev xislet jî kir ku ew nêzî Apoyiyan bibe û bi dilsozî bi wan ve  were girêdan. Van salan zarokê biçûk ê malê Ekrem nêzî PKK’ê û têkoşînê dibe. Ekrem li hêlekê diçû dibistanê û li hêla din jî li ser rêya îpekê bi firotina rojnameyan ji bo ajokarê kamyonên ku diçûne Iraqê hewl dida keda xwe tevlî nav aboriya malê bike. Dayika Kurdê  ku weke ‘’aram, xebatkar û hezkirinê hevalê xwe bû’ pênase dikir, fermandarê efsanewî yê Kobanê Diyar Bagok bû ku bi tîpên zêrîn navê xwe li dîroka Kurdistanê nivîsî.

PÊŞÎ EKREM Û PIŞTRE ZEYNEL ABIDÎN BERÊ XWE DIDE ÇIYAYAN

Êdî salên 90’î ye, di serî de li Nisêbînê têkoşîna PKK’ê li hemû Kurdistanê weke pêlekê belav dibe, ciwanên Kurd ref bi ref berê xwe didin çiyayên azad ên Kurdistanê. Mabata Bîlge ku şahidî ji her gava têkoşînê re kiriye, endamê wê yê pêşî ciwan, Ekrem berê xwe dide çiyayan. Dayika Kurdê dibêje bi tevlêbûna Ekrem di nav malbatê de girêdana bi têkoşînê xurtir bûye. Û bi berdewamî, ‘’Êdî xwîşk û birayên wî jî çalaktir bûn. Biçûkê Ekrem, Zeynel Abidîn jî biryar dabû ku tevlî nav gerîla bibe’’ û Zeynel Abidîn piştî tevlêbûna Ekrem bi 10 mehan tevlî nav refê gerîla dibe.

MALBAT DIBE ARMANCA JÎTEM Û HÎZBULLAHÊ

Bi tevlêbûna Ekrem û Zeynel Abidîn ji bo malbata Bîlge êdî pêvajoyeke nû dest pê dike. Dewlet bi hemû amûrên qirêjî yên şer bi ser malbata Bîlge de diçe. Di vê pêvajoyê de hema bibêje hemû endamên mêr ê malbatê neçar dimînin ku Nisêbînê biterikînin. Tenê hevserê dayika Kurdê û keçên wan dimînin.

JI PAŞ VE LI MELE ABDULQADÎR DIXIN

Mele Abdulqadir ku gelê Nisêbînê bi welatparêzî, rastî û fedekariya wî jê hez dikir, piştî ku du kurên wî tevlî nav gerîla dibin û yên din jî neçar dimînin ku ji mal derkevin, bi tena serê xwe neçar dimîne ku bixebite.

‘’Tebaxa 94’an, berêvarî ji dikanê derdikeve û dimeşe’’ Ji bo ku dayika Kurdê tam bi bîr nayîne kurê wê yê mezin Hesen bi berdewamî dibêje, ‘’dema ku bavê min ji dikanê derdikeve, ji fêkîfiroş ê li ser rê dixwaze hejîran bistîne. Dema ku hejîr dikirî kesekî ku ji paş ve nêzîkî wî bû, gule di qemçika bavê min de diteqîne. Bavê min hema li cihê xwe dikeve erdê û şehîd dibe.’’
Hasan Bîlge bi berdewamî dibêje, ‘’wan deman em û birayê xwe li derveyî Nisêbînê bûn. Dewlet destûr nade ji bilî malbatê kesek cenaze veşêre. Ji bo ku li malê zilamn nebûn, jinên l imalê, xwîşka min, diya min, bûk bavê min vedişêrin. Bavê min yekî bejndirêj bû, gir bû, giran bû. Tam dema veşaşrtinê de, ji bo ku nikarin ragirin, cenaze ji destê wan dişemite. Heta ku ez sax bim vê êşê ji bîr nakim.’’

DAYIKA KURDÊ NAGIHE CENAZEYÊ KURÊ XWE

Piştî şehîdbûna Mele Evdilqadir malbata Bîlge ji Nisêbînê dernakevin. Dayika Kurdê bi israr li wir dijî. Dema ku dayika Kurdê êşa xwe dijî, vê carê jî agahiya şehîdbûna kurê wê Zeynel Abidîn tê. Piştî Ekrem Zeynel Abidîn ê ku berê xwe dabû çiyê, 1997’an li Çelê bi şerekî de jiyana xwe ji dest dide. Dayika Kurdê dibêje, ‘’ez pir bi pey cenazeyê wî ketim, ez çûme Çelê lê min nedît’’  Weke ku êşa hevserê wê ne bes be û ya kurê wê, ji ku nekarî gorekê ji kurê xwe re çêbike, hê jî êşa wê dikişîne.

LI BER GIRTÎGAN LI BER XWE DIDE

Ji bo malbata Bîlge û Dayika Kurdê têkoşîn, berdêl, berxwedan dibe şêwaza jiyanê. Dayika Kurdê dibêje zextên li ser malabata wan berdewam dikin, zarokên wan ji Nisêbînê koçî Qoserê dikin, ew bi keç û bûkeke xwe re dimîne. Kurê Dayika Kurdê li Pirsûsê tê girtin. Huseyîn ku li zanîngeha Stenbolê dixwest li vir tê girtin. Huseyîn ji endamtiya rêxistinê cizayê miembetê dixwe. Dayika Kurdê ku hevserê xwe û kurekî xwe dayî, kurekî wê li nav gerîla, êdî ji bo kurekî xwe yê dî jî li ber deriyên girtîhan li ber xwe dide. Kurê wê Huseyîn ev 20 sal in li girtîgehê ye.

DAYIKÊ KURDÊ DI BERXWEDANA KOBANÊ DE CIHÊ XWE DIGIRE

Dayika Kurdê dibêje beriya bi 3 salan telefonek jê re hatiye, destpêkê dengê di telefonê de nas nekiriye. Piştre wiha dibêje, ‘’Min deng nas nekir. Got, ‘’ez kurê te Ekrem’’ Min nizanîbû çi bikim,giriyam. Got, ez li Rojava me. Min xwest biçim bibînim lê derfet nebûn.

Ji hêlekê ve kêfxweş dibû ku piştî bi salan bi kurê xwe re axiviye lê diêşiya ji bo ku nedikarî biçe bibiîne. Dayika Kurdê piştî bi salekê tê ber sînorê Kobanê. Fermandarê YPG’ê yê Kobanê, kurê wê Diyar Bagok (Ekrem Bîlge) bi telefonê li Dayika Kurdê digere. Dayika Kurdê ji kurê xwe re dibêje, ‘’Divê hûn li ber xwe bidin û ji bo parastina Kobanê çi hewce be em ê jî bikin.’’ Îlona 2014’an li dijî êrîşên DAIŞ’ê, Diyar Bagok berxwedaneke efsanewî nîşan dide û heftiya pêşî ya Cotmehê şehîd dibe û malbata Bîlge zaroyekî xwe yê dî jî diyarî têkoşîna azadiya Kurdistanê dikin.

JI HER NIŞFÎ BERDÊLA DAN

Dayika Kurdê dibêje, piştî şehîdbûna Diyar du neviyên wê yên bi navê Mezlûm û Harûm berê xwe didine Rojava û di nav Refên YPG’ê de cihê xwe digirin. Piling Bagok (Mezlûm Bîlge) û Diyar Bagok (Harûn Demîr) di operasyona azadkirina Minbicê de şehîd dibin. Mezlûm 3’yê Tîrmeha 20016’An û Harûn jî di pey re şehîd dibe. Mablata Bîlge nifşekî dî jî diyarî têkoşîna Kurdistanê dike.

DAYIKÊ KURDÊ: EM Ê BI SER BIKEVIN

Dayika Kurdê bi girî dibêje, neviyê xwe Mezlûm bi deste xwe mezin kiriye û heta ku di têkoşîna Azadiya Kurdistanê de pêdivî bi berdêldayinê hebe, ew ê berdêlan bidin.
Bi berdewamî, ‘’Hemû ciwanên Kurdistanê kurê min in û neviyên min in. Em ê vê têkoşîna xwe teqez bi ser bixin û berdêlên me wê ne belesebep bin’’