YPS’ê têkîldarî çalakiya Amedê daxuyanî da
YPS’ê ragihand ku li Rezana Amedê li dijî tîmên Tirk çalakî li dar xistine û qasî ku di çapemeniyê de hatiye gotin, 3 tîm birîndar kirine.
YPS’ê ragihand ku li Rezana Amedê li dijî tîmên Tirk çalakî li dar xistine û qasî ku di çapemeniyê de hatiye gotin, 3 tîm birîndar kirine.
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê daxuyaniyek nivîskî weşand û got:
“Li Taxa Kaynartepe ya Rezana Amedê, 5’ê Kanûnê dema tîmên Tirk li taxa Kaynartepeyê digeriyan ji mesafeyek nêz ve yekîneyên me çalakî li dar xistin. Di encama çalakiyê de li gor çapemeniyê 3 birîndarên giran hene.
Endamê me yê bi navê Çekdar Dogan dema li Amedê li ser wezîfeya xwe bû, ji hêla polîsên Qesrê hatiye ferqkirin. Hevalê me Çekdar heta guleya xwe ya dawî li dijî polîsên Qesrê şer kiriye û şehîd bûye.
Çekdar Dogan / Dogan Tekdogan / Bav: Tahsîn / Jidayikbûn: Amed-Hênê / Dîroka Şehadetê : Kanûn 2016