Pêngava duyemîn a Xezeba Firatê destpê kir

Di daxuyaniya Fermandariya Odeya Şer a Xezeba Firatê de hat ragihandin ku pêngava duyemîn a operasyona Reqa destpê kir.

Fermandariya Odeya Şer a Xezeba Firatê, pêngava yekemîn a operasyona ku ji bo azadkirina Reqa di 5'ê Mijdarê de destpê kirin, di 14'ê Mijdarê de temam kirin. Pêngava duyemîn a operasyonê ji gundê Qadriye yê girêdayî Teşrînê destpê kir. Di pêngava yekem de 40 gund û nêzî 20 mezra ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin, di pêngava duyemîn de wê ber bi rojavayê Reqa ve bimeşin. Li gel tevlîbûna şervanên QSD’ê, bi sedan ji xelkê Reqa jî tevlî oparasyonê bûne û armanc jî dorpêçkirina bajar e.

 HÊZÊN NÛ TEVLÎ BÛNE

 Di pêngava duyemîn a operasyonê de ku ji gundê Qadriye yê girêdayî Teşrînê destpê kiriye, hêzên weke Swar El Rakka, Şuheda El Rakka, Ehrar El Rakka, Suwar Til Ebyad, Liwa El Tehrir, Ketîp Şuheda El Fırat, Ketîp Şehid El Cimo, QSD, YPG/YPJ, Meclîsa leşkerî ya Dêre Zor, Hêzên Nêxbe, Teyyar El Xad û Suwar El Reqe, Ereb, Kurd û Sûryani û zêdetir jî xelkê Reqayê yên ku ji zilma DAIŞ'ê reviyan, ji bo bajêr ji zilma DAIŞ'ê rizgar bikin, armanc dikin ku bajêr dorpêç bikin. Li rex hêzên ku di pêngava yekem de cih girtin, bi destpêkirina pêngava duyemîn re Meclisa Leşkerî ya Dêre Zor, Hêzên Nêxbe, Teyyar El Xad û Suwar el Reqa ku hêzên nû ne, jî tevlî bûne.

 HEZAR Û 500 CIWANÊN KU JI DAIŞ'Ê RIZGAR BÛNE, TEVLÎ BÛNE

Di serî de Ereb, destpêkirina operasyonê ku ji bo welatiyên li derdora Reqa bûye cihê keyfxweşiyek mezin, her wiha hezar û 500 ciwanên ku ji destên çeteyên DAIŞ'ê rizgar bûne jî tevlî operasyona Reqa bûne. 

Pêngav ku ji bo ewlehiya Federasyona Bakurê Sûriyeyê û ewlehiya Rojava weke gavek giring tê dîtin, her wiha wê rê li ber gelek pêşketinên nû jî veke. Di serî de Kurd û Ereb,  ji bo Federasyona Bakurê Sûriyeyê ku weke cihê jiyana hevbeş a gelan tê dîtin, wê bibe qada bêhnvedanê.