Di Pêngava Xezeba Firatê de 6 gund hatin paqijkirin
Şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê bi 8 kîlometreyan bi pêş ve çûn û 6 gund ji çeteyan paqij kirin.
Şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê bi 8 kîlometreyan bi pêş ve çûn û 6 gund ji çeteyan paqij kirin.
Şervanên Odeya Çalakiyê, ku ji gundên Kadiriye û Kerdûşa yên Tişrînê bi du baskan bi rê ketin, di nava 24 saetan de li rojhilatê Reqayê bi 8 kîlometreyan bi pêş ve çûn.
Şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê 6 gund ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.
Gundên hatine rizgarkirin ev in: Merwaniyê, Cibil Kiraca, Hemrê Biçûk, Hemrê Mezin, Qervedanê û Deraniyê.