Zubeyîr Aydar, li Parlamenta Ewropayê di Konferansa Kurd a Navneteweyî de dabû xuyakirin, ku tifaqa AKP-MHP'ê din ava lêgerîna êrîşeke li dijî jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ne. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ev gotinên Aydar nirxand û got, "Parvekirina agahiyeke bi vî rengî bi raya giştî re, rewşeke girîng e ku divê ji aliyê gelê me û Tevgera me ya Azadiyê ve bi baldarî were şopandin. Me gelek caran ji raya giştî re ragihand, ku gelê me û tevgera me di mijara Rêberê me de çiqasî hesas in."
Di daxuyaniyê de bang li CPT, saziyên hiqûqê û mafên mirovan ên navneteweyî hat kirin, ku bala xwe li ser mijarê bin û hat gotin, "AKP nîqaşên li ser darvekirinê timî dixe rojevê. MHP jî dixwaze îdam derhal bê anîn. Ev yek jî nîşan dide bê siyasetmedarên şovenîst ên dijminê Kurdan li çi difikirin. Lewma pêkane ku tifaqa AKP-MHP li êrîşeke li dijî jiyana Rêber Apo difikirin. Ji ber ku desthilatdariya AKP-MHP'ê dijwariya li Kurdan derxistiye asta herî bilind û di êrîşên xwe de sînoran nas nake, girîng e gelê me û Tevgera me ya Azadiyê bi hesasî nêzî nûçeyên bi vî rengî bibin. Bêguman her girtiyekî siyasî yê li zîndanan, di nava berpirsyariya sazî û hiqûa navneteweyî de ye. Ji ber vê yekê, CPT û saziyên hiqûqê û mafên mirovan ên navneteweyî, pêwîste di çarçoveya vê daxuyaniyê de bi berpirsyarî tevbigerin."
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Her agahiya pêwendiya xwe bi Rêberê me ve hebe, cidî tê dîtin û hesasiyeta pêwîst tê nîşandan. Lazim e dewleta Tirk, desthilatdariya AKP'ê, tifaqa AKP-MHP û hemû hêzên siyasî yên li Tirkiyeyê bi vê zanibin; hemû hewldaên Rêber Apo ji bo demokratîkbûna Tiriyeyê, çareseriya pirsgirêka Kurd û aştiyê ye. Şert û merc çi dibin bila bibin, şer çiqasî giran dibe bila bibe, Rêber Apo çavkaniya yekane ye ku pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê bi wî bê çareserkirin. Lewma divê ti kes, nîqaşeke li ser ewlekarî û tenduristiya Rêber Apo nexe hişê xwe.
Siyasetmedarên Kurd, saziyên Kurd û gelê me yê li Ewropayê, bêguman wê agahiyên li ser Rêberê me bişopînin û têkildarî ewlekarî û tenduristiya Rêberê me bikevin nava hewldanan. Tevahiya gelê Kurd û tevgera me, mîna beriya niha wê hewldanên xwe yên ji bo azadiya Rêber Apo bidomînin, têkoşîna azadiya gelê Kurd û demokratîkkirina Tirkiyeyê di zikhev de bimeşînin."