Halîl Çay ê hatibû binçavkirin, hate girtin

Rêveberê Şaxa Rihayê ya MEYA-DER’ê Halîl Çay, bi îdeaya “Endamê rêxistinê ye” ji aliyê dadgehê ve hate girtin.

Ji bo deriyê avahiya Şaxa MEYA-DER a Rihayê ya bi biryara BHQ’ê de hatibû girtin mohr bikin, di serdegiritina bi ser avahiya akademiya siyaseta DBP’ê de, bi hinceta ku pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine dîtin, Rêveberê MEYA-DER’ê Halîl Çay hatibû binçavkirin.Çay ê ku birin edliyeyê bi îdîaya “Endamê rêxisinê ye” şandin dozgeriyê ku îfade bide. Çay bi heman îdîayê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hate kirin. Halîl Çay ji aliyê dadgehê ve bi heman îdîayê hate girtin.

Çay, şandin Girtîgeha Tîpa T a Rihayê.