HPG’ê têkîldarî operasyona li Licê daxuyanî da
HPG’ê got, dewleta Tirk, bi êrîşên herî hovane mirovan qetil dike. HPG’ê diyar kir ku êrîşa li navçeya Licê ya Amedê jî li ser vî esasî hatiye lidarxistin.
HPG’ê got, dewleta Tirk, bi êrîşên herî hovane mirovan qetil dike. HPG’ê diyar kir ku êrîşa li navçeya Licê ya Amedê jî li ser vî esasî hatiye lidarxistin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê destnîşan kir ku dewleta Tirk, di şerê xwe yê qirêj de ku li Kurdistanê dimeşîne, di êrîşên her cure qetlîamê de hewl dide êrîşên herî hovane li dijî gelê Kurd pêk bîne. HPG’ê ragihand ku di bin navê operasyonên leşkerî de li gelek deveran mirovên sivîl dike hedef û qetil dike û got, êrîşa li navçeya Licê ya Amedê jî li ser vî esasî hatiye lidarxistin.
HPG’ê, tevgerên operasyonel ên di vê çarçoveyê de wiha ragihandin:
5’ê Kanûnê artêşa TC li qada Apê Mûsa ya girêdayî navçeya Licê dest bi operasyonekê kiriye. 6’ê Kanûnê saet 14.30’an, artêşa TC li nêzî gundê Seynikê gule li wesayîteke sivîl barandiye û ji 2 sivîlan ku di wesayîtê de bûn, yekî jiyana xwe ji dest daye û yê din jî birîndar bûye. Artêşa TC, êşkenceyên giran li sivîlê birîndarbûyî kirine. Heman rojê danê êvarî operasyona li qadê hatiye berfirehkirin û saet 18.10’an li dijî qadê êrîşên hewayî pêk hatine. Di êrîşên hewayî û şer de komek ji gerîlayên me şehîd bûne. Dema sîcîlên hevalên me yên şehîd bên zelalkirin wê bi raya giştî re bêne parvekirin.”
HPG’ê got, “9’ê Kanûnê danê êvarî balafirên şer ên artêşa TC ji herêmên me yên Parastina Medyayê, mintiqayên Deşta Kafya û Çirav ên li herêma Garê bombe kirine.”
Di daxuyaniyê de îfadeyên, “10-15’ê Tebaxê, hêzên me li dijî gelek gir, çeper û konvoyên artêşa Tirk ên li navçeya Qileban a Şirnexê rêzeçalakî li dar xistibûn. Encamên bi detay ên gelek çalakiyan di heman dîrokan de hatibûn ragihandin. 3 gerîlayên me yên ku di 10-15’ê Tebaxê birîndar bibûn jî piştre şehîd bûne. Em sicîlên hevalên xwe Garzan (Abdullah Milih), Reşît (Ferhat Şayik) û Seyît (Mehmet Budak) bi neçarî nû radigihînin” hatin dayin.
NASNAMEYÊN 3 GERÎLAYAN HATIN RAGIHANDIN
HPG’ê, sicîlên 3 gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane bi raya giştî re parve kir:
Nasnav: Garzan Batman
Nav û Paşnav: Abdullah Milih
Cihê Jidayikbûnê: Êlih
Navê Dayik - Bav: Yıldız - Nihat
Dîrok û Cihê Şehadetê: 18’ê Tebaxa 2016’an / Şirnex
Nasnav: Reşit Berxwedan
Nav û Paşnav: Ferhat Şayik
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayik - Bav: Akîde - Mahmût
Dîrok û Cihê Şehadetê: 18’ê Tebaxa 2016’an / Şirnex
Nasnav: Seyît Gabar
Nav û Paşnav: Mehmet Budak
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayik - Bav: Fatma - Abdullah
Dîrok û Cihê Şehadetê: 18’ê Tebaxa 2016’an / Şirnex