Xizmên nebediyan aqûbeta Bûlûttekîn û Ekîn pirs kirin

Xizmên nebediyan, lêgerîna edaletê ya li Amedê didomînin. Di çalakiya vê hefteyê de, aqûbeta Osman Bûlûttekîn pirs kirin. Her wiha di çalakiyê de jî bal kişandin ser Mujgan Ekîn a ku ev 48 roj in ku agahî jê nayê girtin.

Xizmên Nebediyan û parazvanên mafên mirovan bi slogana "Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin" kom bûn û daxuyanî dan.

Çalakiya ku berî Rewşa Awarte li pêş Abîdeya Jiyanê ya Parka Koşûyolu dihat lidarxistin; ji ber walîtiyê çalakî qedexe kir, Xizmên Nebediyan ji qedexeya derve heta niha çalakiyên xwe li salona civînê ya ÎHD'ê pêk tînin.

Malbatan çîroka Osman Bûlûttekin ê di 24 Tebaxê de 1995’an de li navçeya Pasûr a Amedê ji aliyê hêzên dewletê ve hat windakirin pirsîn. Malbatan û parazvanên mafên mirovan xwestin winda bên dîtin û kujer bên darizandin. Rêveberên ÎHD di civînê de amade bûn. Malbatan di çalakiyê de wêneyên windayan û pankarta "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin"vekir. Di çalakiyêde nûnerên ÎHD ya Amedê Adnan Orhan diyar kir ku ev 409 hefteye nebediyên xwe digerin û wiha got: “Em nebediyên xwe tenê li Kurdistanê nagerin. Em li bajarên Tirkiyê jî li windayan digerin. Dayikên Şemiyê li Stenbolê zêdetirî 600 hefteye li windayên xwe digerin.

Çend roj berê dema dayîka Ridvan Karakoç Asiya Karakoç li kurê xwe digeriya jiyana xwe ji dest da. Me digot bila dewlet windayên me bibîne. Em dibînin ku dewlet li şûna windayan bibînin, windayan zêdetir dikin. 48 rojin. Mujgan Ekin li Enqere winda bû. Em dibêjin bila dewlet windayên me bibîne”

Piştî axaftina Orhan Endamê Komîsyona Nebediyan Hasan Yalçin, çîroka Osman Bûlûttekîn ê ku di 25 Tebaxê 1995’an de li navçeya Pasûr a Amedê hat binçavanda hat windakirin xwend. Yalçin, destnîşan kir ku bavê 7 zarokan Bûlûttekîn di qedeyên Pasûrê de hat windakirin. 4 kesan êrîşî mala Buluttekîn kir. Gotin 'em ji midûryeta polîsan tên û ew tevî şimikê binçav kirin. Berî ku bê binçavkirin çar meh berê Bûlûttekîn ji zindana Amedê hatibû berdan. Piştî hat binçavkirin û heta niha tu aagahî jê nehat girtin û hêj windaye."

Piştê axaftinê çalakiya rûniştinê pêk anîn.