Têkoşîna 2 birayên bi navê Serdar û Erdal Morsûmbul ên ku li Çewlik û Stenbolê ji ber polîtîkayên zextê di sala 1990’an de beşdarî refên PKK’ê bûn û piştre di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn ronahî dide têkoşîna gelê Kurd. Çîroka 2 birayên ku ji bo jiyana azad cane xwe beşkirin tenê yek ji çîroka bi milyonan birayan e… Serdar Morsumbul (Seyît Riza) (19), di sala 1994’an de li Çewlikê li gel 5 hevalên xwe beşdarî refên PKK’ê dibe. Morsumbul ê ku nêzî 10 salan di nava refên gerîla de têkoşîn meşand, 1’ê Tebaxê 2004’an encama şerê li zozana Zer a Pilûr a Dersimê jiyana xwe ji dest da. Morsumbul ê ku ji Amadeyiya Tentidrûstiyê ya Çewlikê mezûn bibû, li Çewlikê dema ku li gel pîrika xwe bû beşdarî kiribû.
Birayê wî Erdal Morsumbul (Mûrat) (24), ku piştî 2 salan dema ku li Stenbolê li Zanîngeha Marmarayê mamostayî dixwend di refa 4’emîn de bi cih hêla û di bûyerekî ya binçavkirinê û şûn de beşdarî PKK’ê dibe. Bira Morsumbul nêzî salekê gerîlatiyê dike, di encama operasyonekê ku li bejahiya gundê Rîz ê Çewlikê de jiyana xwe ji dest dide. Li ser hewl danên dem dirêj malbatê karî piştî 8 salan cenazeyê Erdal Morsumbul ê komek hestî girtin. Wê demê malbata Morsumbul ji bo ku zarokên wan bixwînin koçî stenbolê kiribû. Malbata Morsumbul li gundê Gozeler ê girêdayî navenda Çewlikê bûn, ji 2 zarokên kur û 1 keç pêk dihatin de jiyan kir. Malbata Morsumbul a ku ji 3 zarokan 2 beşdarî refên PKK’ê bûn hemû hesreta xwe ji neviyên keça xwe Ronya digire. Dayîka Taziye Morsumbul (60) a ku şehadetbûna her 2 zarokên xwe ranegirt, ji wê rojê heta niha li gel ti kesê naxive û ji jiyanê xeyidiye. Şehadeta zarokê wê di aliyê derûnî de pir bandor lê kiriye û ev nêzî 15 sal in ku di malê de tê dermankirin û xwe li ser lingan digire.
Bav Tûrabî Morsumbul (64) mîrasê ku zarokê wî li pey xwe hiştine dewir girtiye, di xebatên partiyê de karê ku dikeve ser milan bi cih tîne. Bav Morsumbul bê ku bêje hevîne ya zivistene ji gund heta navenda bajarê bi çend kêlometreyan rê diçe û xwe digihîne avahiya partiyê, tevî ku temenê xwe yê mezin jî xwedî li têkoşîna zarokê xwe derdikeve û hemû derfetên xwe bikar tîne. Hevjînên hev piştî zarokên xwe ji Stenbolê koçî Îzmîrê dikin û diçin gel Keça xwe Zelal,lê ji ber hesreta zarokê xwe li vir jî xwe nagirin û berê xwe didin axa ku zarok wan lê mezin bibû û di oxira wê de canê xwe beşkirin vegeriyan gundê xwe Gozeler. Bav Tûrabî Morsumbul bi heskirin û wiha behesa her 2 zarokên xwe yên ku beşdarî refên PKK’ê bûne kir.
‘FIKRÊN OCALAN RAST IN, EM Ê LI PEY RASTIYÊ BIÇIN’
Morsumbul diyar kir ku li gel Deniz Gezmîşan kar kiriye û ji wir jî zarokên wan bû xwedî zanabûnekî polîtîk û got: “Zarokên min ji çepên Tirkan bi bandor bûn û beşdarî têkoşîna Kurdan bû.” Morsumbul pişter wiha pê de çû: “Her 2 zarokên min pir jîr bûn. Ji mirovatî û jiyanê pir hez dikirin. Di temenê 15 saliyê de bi zanabûna têkoşîan Kurd rabûn. Tim bi min re di nava gotûbêjê de bû ku digot Kurd tên înkar kirin. Van xebatan ew gihande PKK’ê. Min tim ji bo zarokên xwe digotin bibin siyasetmedar. Lê wan digot di rewşa heyî de nikarin siyasetê bikin. Destpê kê yê biçûk û başê yê mezin beşdarî PKK’ê bû. Ji xwe wan biryara xwe dabûn. Digotin; ji bo ku êdî Kurd neyên înkarkirin neçarin ku beşdarî refên PKK’ê bibin. Tim digotin fikir û bîrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji box we rast didîtin û bi vê rastiyê şûn de namînin. Di aliyê hestyarî de beşdarî nava refên gerîla bûn. Lê min tim rêz ji biryara wan re girt.”
‘BINÇAVKIRINÊ BIRYARA WÎ BERŞDARBÛNÊ ZELAL KIR’
Bav Morsumbul di dewam vegotina zarokên xwe de wiha anî ziman: “Kurê min ê mezin mamostayî dixwend. Ji ber polîtîkayên asîmlasyonê ji berê de diyar kiribû ku ew wê mamostatiyê neke. Di dem xwedina zanîngehê de bi hinceta ku beşdarî semînerekê bibû û hate binaçavkirin, 19 rojan ma di bin çavan de. Bê sedem girtina bin çavan qet qebûl nekir. Binçavkirin bû sedem ku biryara wî ya beşdarbûnê zelal bike. Birayê wî Seyît Riza jî dixwest ku biryarê wî bibe siyasetmedar. Lê wî bi xwe jî siyasetmedarî qebûl nekir û beşdarî refên PKK’ê bû. Seyîd Riza jî gelek redîkal û jîr bû her tişt heta nuqteya dawî lêkolîn dikir û pêde diçû. Sedma nasnavê xwe kirye Seyîd Riza jî gelek lêkolînvan û têkoşîna wî ji bo xwe kiribû mînak.”
DAYÎK RAZIYE: DENGÊ ZAROKÊN MIN TÊN, DIJÎN
Baba Morsumbul diyar kir ku piştî şehadeta zarokên wan dayîka wan li cîhanekî din dijîn û wiha anî ziman: “Em li gund bi hevre diçin ser gorên zarokên xwe. Tim rondikan dibarîne.Dibêje; “Denê zarokên min tên, ew dijîn’. Bi rastî jî anîna van peyvan a ser ziman pir zehmet û biêşe. Lê tevî hemû êşan jî ez bi zarokê xwe serbilindim. Ji ber kêliyekê ji têkoşîna zarokên xwe dûr nekevin çi ji destê min tê di nava xebatan de me.”
‘ZAROKÊN MIN GELEKÎ KU DI HAT ÎNKARKIRIN TEMSÎL KIRIN’
Bav Morsumbul di dewam axaftina xwe de wiha pê de çû: “Zarokên min di têkoşînekî rast de cih girtin û navê xwe bi tîpên zêrîn li dîrokê nivîsandin. Bi çûyîna zarokan re serê min bilind bû. Ji ber ku beşdarî PKK’ê bûn û gelekî ku tine dihate hesibandin temsîl kirin. Têkoşîna wan îro ronahiyê dide milyonan. Rêz û hiremtên xwe pêşkêşî hemû kesên ku di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane re nîşan dikim. Zarokên min yek ji wan zarokan bûn. Ew ne zarokên min in, zarokên PKK’ê ne. Gotinekî ya Seyît Riza dibêje; ‘Tank û topên dijmin ji bo me weke pêlîstokê ye. Eger ku em xwe sist nekin ew qet nikarin me.’ Dixwazin li Tirkiyeyê bi siyaseta qirêj gelê Kurd bi kuştin û înkarê tine bike. Heta roja îro encam negirtine û wê encamê negirin.”
‘DIVÊ PKK TIŞTEKÎ MENEWÎ BIDE MALBATAN’
Bav Morsumbûl destnîşan kir ku ji bo bîranîna zarokên xwe tenê daxwazek ji PKK’ê hene û got: “Tenê tiştekî min ji vê rêxistinê heye. Divê jiyana hemû gerîlayên ku di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane bikin pirtûk. Yan jî rojnivîsên kesên girtî bidin malbatên wan. Jiyan, xebat, kar, ked û kêmaniyên wan çibûn dixwazin fêr bibin. Divê tiştekî ji jiyana wan a gerîla îfade bike bidin malbatan.”