4 gundên din jî hatin rizgarkirin

Şervanên Pêngava Xezeba Firatê, 4 gund û çend gundik ên dikevin Rojavayê Reqayê ji çeteyên DAÎŞ’ê paqij kirin.

Şervanan li aliyê Kerduşan de li çeteyan xistin, di saetên nîvro de gundên Başdulkê, Beclîkiyê, Arnê ji çeteyan rizgar kirin.

Şervanan li aliyê Kadiriyê jî gundê Sêgul û çend gundik ên stratejîk ji çeteyan rizgarkirin.

Şervanên Odeya Çalakiya Xezeba Firatê diyar kirin ku di şer de heta niha 15 çete kuştine, hinek çete jî dîl hatine girtin.

Şervanên Odaya Çalakiyan ên ku di 2 eniyan de pêş de çûne, heta niha li aliyê Kerdûşa 14 û li aliyê Kadiryeyê jî 13 km pêşve çûne.