Dagirkeriya Tirkan a li Babê gefê li tevahiya herêmê dixwe

Fermandarê Ceyş El Siwar Salih Çepo da xuyakirin, ku êrîşa dagirkeriyê ya Tirkiyeyê li dijî Babê bi erêkirina Rûsyayê pêk tê û diyar kir, dagirkirina Babê wê bibe gefeke bêdawî ya li dijî du kantonan.

Fermandarê Giştî yê Ceyş El Siwar Salih Çepo da xuyakirin, ku Tirkiyeyê dest ji hemû îdîayên xwe yên li Sûriyeyê berdaye û tenê destketiyên Kurdan dike hedef. Çepo diyar kir, mijara dagirkirina Babê bi erêkirina Rûsyayê dest pê kiriye û dibe ku DYA jî li gorî hin hesabên cuda, pêşî li vê hewldana dagirkeriyê vekiribe. Çepo di heman demê de got, "Lê dikarim vê yekê bi hêsanî bêjim; ji vir û pê ve, xuya ye wê ev hêz  dest ji Kurdan bernedin."

Fermandarê Giştî yê Ceyş El Siwar Salih Çepo da zanîn, piştî hevdîtinên dawî yên navbera Rûsya û Tirkiyeyê hin lihevkirin pêk hatine û ev tespît kir:

"Piştî helwesta Rûsyayê, rayedarên Tirkiyeyê di demên dawî de dan xuyakirin, ku ti pirsgirêka wan bi Esad re nîne, ew ê xwe tevlî mijara Helebê nekin û tenê dixwazin Babê ji DAIŞ'ê paqij bikin. Tirkiyeyê bi vî rengî eşkere kir, ku dest ji hemû plan û hesabên xwe yên berê berdaye.

Tirkiyeyê Heleb firot, di dema pêş de dikare Îdlibê jî bifiroşe. Tirkiye van hemûyan di berdêla Şehbayê de dike. Tirkiyeyê giraniya xwe daniye ser Şehbayê. Dubare dikim; Ji bilî Şehbayê, Tirkiyeyê dest ji hemû armanc û hedefên xwe yên li Sûriyeyê berdaye. Di berdêla Şehbayê de dest ji çûyîna Esad, bi destxistina Helebê û avakirina herêma tampon berdaye. Armanca xwe ya bingehîn pêşîgirtina li sîstema Rojava/Bakurê Sûriyeyê ye.

Piştî van hemûyan Tirkiyeyê derfet dît ku li Şehbayê balafirên şer bi kar bîne.

Tirkiyeyê êdî çeteyan weke paçekî xwe pê binixumîne bi kar tîne û bi komando, hêzên xwe yên taybet û çekên konvansiyonel êrîş dike."

Li gorî Çepo, artêşa Tirk û çeteyên wê bêyî DYA nikare xwe berde nava Babê. Xuya ye DYA rê li ber peymana Tirkiye-Rûsyayê vekir an jî neçar ma veke. Çepo li gorî van daneyan, vê tespîtê dike: "Ji ber ku beriya niha bi demekê, alîkariya çek û cebilxaneyê ji bo komên Artêşa Azad ku di bin navê 'Mertala Firatê' de dihat kirin, hate sekinandin. Destûrnedana bikaranîna balafirên şer jî parçeyek ji vê bû. Li herêmê, komên ku destekê ji DYA digirin hene. Tirkiyeyê bi van koman re hin civîn lidar xist, hin biryar girtin. Yek ji van biryaran jî dayîna çek û cebilxaneyê bû. Ya duyemîn jî ew bû ku ev kom yekser di nava çeteyên bi artêşa Tirk ve girêdayî de cih bigirin."

LI HELEBÊ ÇI QEWIMÎ?

Di daxuyaniya piştî civîna dawî ya salê ya Desteya Ewlekariya Milî (MGK) de hat gotin, "Bi xurtî hatiye destnîşankirin, ku eger pêwîstî bê hebe wê bi hemû derfetan pêşî li avabûna li Bakurê Sûriyeyê were girtin. Hat ragihandin, Tirkiye di vê mijarê de amade ye bi hemû welatên li herêmê û welatên bandorê li herêmê dikin, hevkariyê bike."

Çepo da zanîn, dewleta Tirk di çarçoveya vê biryarê de nîşan da ku ji bo tiştekî bi kêrî Kurdan tê nafire, amade ye her tiştî feda bike. Salih Çepo anî ziman, xuya ye di berdêla girtina Helebê de Rûsyayê heta dawiyê rê li ber Tirkiyeyê vekiriye û li ser helebê wiha axivî:

"Mijara Helebê li ber qedandinê ye. Ji bilî çend komên li çend taxên hatine dorpêçkirin, tiştek nema ye. Berxwedana van koman û meşandina şer ji aliyê wan ve, êdî mûcîze ye. Ti carî pirsgirêka Tirkiyeyê bi DAIŞ'ê re nebû. Derdekî xwe ji bo rizgarkirina Ereb û Tirkmenan jî hebû. Ev hemû gotin û daxuyaniyên Tirkiyeyê, derew bûn.

Nûsa beriya pênc mehan bi hêzeke ji 3 hezar kesî kete nava Helebê, lê belê ji holê winda bû. Di wê demê de hemû 'komên nerm' ên ji bilî Nûsra hatin tesfiyekirin, beşek ji wan hatin girtin, beşek jê hatin înfazkirin. Hêza çalak a li Helebê hate dorpêçkirin, komên 'Îslamî' ne. Komên weke weke Nûsra, Ehrar Şam, Ceyş El Sûnne, Feylak El Şam, Festakim, Fatîh Sûltan Mûhammed, Sûltan Mûrad û Eniya Tirkmen a ji kesên ji Tirkmenîstanê hatiye avakirin. Hemû hesab û bazarî li ser van koman tên kirin. Niha li Helebê ji 5 hezar 7 hezar kesên çekdar hatine dorpêçkirin. Ev şer nakin, li ber xwe nadin. Lê li şûna van, yên 'nerm' hatin qedandin."

BAZAR LI SER ÇI YE?

Çepo ragihand, dema rewş û bazariya heyî bê nirxandin, wê bûyerên li Helebê diqewimin baştir werin fêhmkirin. Baş e bazarî li ser çi hate kirin? Çepo vê bersivê dide: "Tirkiye li ser navê van koman, li ser derbasbûna bakurê Helebê bi rejîma Sûriyeyê û Rûsyayê re bazariyê dike." Derbasbûna bakurê Helebê bi kîjan armancê tê kirin? Li bakurê Helebê kî hene? Salih Çepo da xuyakirin, ku bersiva van her du pirsan armanca Tirkiyeyê zelal dike û wiha dewam kir: "Dema mirov li hesab û planên Tirkiyeyê yên li ser Şehba û Babê dinêrin, hingî armanca van koman û bazara bi kê re tê kirin, zelaltir fêhm dikin. Ev hemû ji aliyê Tirkiyeyê ve tên koordînekirin û birêvebirin. Naxwazin derbasî Îdlibê bibin. Ji ber ku wer xuya ye, bi Helebê re li ser Îdlibê jî bi Rûsyayê re li hev kiriye. Ji ber ku Rûsya bi tudnî li Îdlibê jî dide. Lewma ev kom dixwazin derbasî Şehbayê bibin, ku li bakurê Helebê ye. Tirkiye dixwaze wan bikişîne vê herêmê û bi rengekî koordîneyî li dijî me şerekî dijwar bide meşandin. Em qala hêzeke ji 7 hezar kesî dikin."

ERÊKIRINA DYA

Çepo tevî van hemûyan, li ser helwesta DYA jî vê yekê dibêje: "Niha zehmet e ku mirov tespît bikin, bê hêzên cîhanê bi rê ve dibin heta ku derê destûr dane Tirkiyeyê. Lê dikarim vê yekê bi hêsanî bêjim; ji niha û pê ve ev hêzên han wê dest ji Kurdan bernedin. Tirkiye bi plana xwe ya vê carê dixwaze, hemû destketiyên Kurdan tine bike. Ne tenê destketiyên li Rojava û Bakurê Sûriyeyê. Eger Tirkiye di vir de bi ser bikeve, wê hewl bide heman planê li Başûrê Kurdistanê jî bixe meriyetê. Lewma xeterî bi qasî Rojava, li ser Başûr, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê ye."

Çepo anî ziman, hêzên ku ji bo dagirkirina Babê destûr dane Tirkiyeyê, dizanin ku piştî girtina Babê wê ev hêz bixwaze êrîşî Efrîn û Minbicê bike û diyar kir, di nava destûra ji Tirkiyeyê re hatiye dayîn de, hin hesabên cuda jî hene.

LI EREBÎSTANA SIÛDÎ CIVÎN

Salih Çepo agahiyeke gihîştiye ber destê wan bi vê şîroveyê parve kir: "Di navbera DYA û Erebîstana Siûdî de planek tê nîqaşkirin. Li dijî Îran, Rûsya û Hîzbûllahê lêgerîneke nû ya eniya Sûnî heye. Erebîstana Siûdî wê fînanse bike. DYA jî wê piştgiriya leşkerî û teknîkî bide. Di rojên pêş de wê ji bo vê planê li Erebîstana Siûdî civînekê lidar bixin. Bi biryarên di vê civînê de werin girtin re ya wê ev plan bikeve meriyetê, yan jî taloq bibe."