Dayîkên Şemiyê: Aqûbeta Mujgan Ekîn û Taşkin Yasak pirsîn

Dayîkên Şemiyê, aqûbeta Ekkîn û Taşkin Yasak pirs kirin. Bav Ekîn banga xwedî derketinê li kesên nebedîbûyî kirin.

Dayîkên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de qaûbeta Mujgan Ekîn û Taşkin Yasak ên li Amed û Enqereyê hatin binçavkirin û tu agahî ji wan nayê girtin pirsîn. Bavê Mujfgan Ekîn, Esat Ekîn pirsa "Hûn çi ji zarokên bask kevok dixwazin?" pirsî. Dayîkên Şemiyê, ji bo dayîka Asiye Karakoç a ku jiyana xwe ji dest da soza domkirina têkoşînê dan.

Dayikên Şemiyê ji bo ku aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin bipirsin cara 611'emîn li ber Lîseya Galatasarayê hatin cem hev. Di çalakiyê de parkarta ku li ser nivîsa "Kiryar diyar in, winad li kû ne" heye hat vekirin û dovîzên ku wêneyên windayan li ser hebûn hatin hilgirtin.

Di çalakiyê de Dayîka Şemiyê Asiye Karakoç a hefteya bihûrî jiyana xwe ji dest da hat bibîranîn û dovîza ku wêneyê Karakoç li ser û nivîsa "Me ji bîr nekir û em ê ji bîrnekin" hat bilindkirin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mujgan Ekîn ku beriya 48 rojan li Enqereyê hat binçavkirin û tu agahî jê nayên girtin û Taşkin Yasak ê li Amedê hatin binçavkirin û tu agahî jê nayê girtin hatin pirsîn.

'BÊYÎ JI KUJERÊN KURÊ XWE HESAB BIGIRE ÇÛ'

Di çalakiya ku wekî her hefte ji aliyê polîsan ve tê dorçêpkirin de, ji ber hefteya mafê mirovan, parlameneterê CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû, Sarp Kûray ê ku beriya hefteyekê ji girtîgehê derket û ji nifşê 68'an ne, hunermend Nûr Sûrer û gelek parêzvanên mafê mirovan tevlî bûn. Di çalakiyê de destpêkê, birayê Ridvan Karakoç ê ku sala 1995'an di bin çavan de hat windakirin Hasan Karakoç axivî. Hasan Karakoç, diyar kir ku dayîka wî Asiye Karakoç bêyî heseb ji kujerên kurê xwe bipirse jiyana xwe ji dest daye û wiha got: "Heta aqûbeta kesên hatine windakirin derbikeve holê em ê têkoşîna xwe ya dadê bidomînin."

'MAFÊ MIROVAN HATIYE XESPKIRIN'

Piştre Parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû axivî û wiha got: "Minli qada Galatasarayê dayîka Asiye Karakoç nas kir û min li vir xatir jê xwast. Ev hefte hefteya mafê mirovane, mafê mirovan li hemû qadan ji aliyê hikûmetê ve hatiye xespkirin."

'HÛN ÇI JI ZAROKÊN BASK KEVOK DIXWAZIN?'

Bavê Mujgan Ekîn, Esat Ekîn jî aqûbeta keça xwe pirsî û wiha pêde çû: "Ligel serlêdanên me jî em tu agahiyan ji keça xwe nagirin. Min ji keça xwe re digot 'baskên kevokê' Hûn çi ji zarokên bask kevok dixwazin? Derdê van zarokan avakirina hezkirinê bû. Em vegeriyane salên 90'î. Em xwedî li windahiyên xwe derbikevin."

Piştre ji ber peyama Hevjîna Taşkin Yasak Bûrcû Yasak a şandî bû hat xwendin a "Li kû ye, kê kiriye, canê wî diêşe, ew kesekî ciwane, bibin desdê min, deng bidin dengê min ku Mujgan û Taşkinên neyên windakirin. Bila tu dayîk û hevjîn negirîn" kêliyên hestiyar hatin jiyîn.

Piştî axaftinên hatin kirin daxuyaniya vê hefteyê ji aliye kesên Şemiyê Mekaddes Şamîloglû ve hat xwendin.

'EV 68 SALIN LI VÎ WELATÎ AZADÎ DIBIN ÊRÎŞAN DE YE'

Şamîloglû, anî ziman ku ev 68 salin li vî welatî maf û azadiya mirovan di bin êrîşê de ye û wiha got: "Îro roja mafê mirovane lê em di nama fikarên kûr de aqûbeta ku ciwanên ku agahî ji wan nayên girtin dipirsîn. Di serlêdanên ji bo windabûna Mujgan Ekîn û Taşkin Yasak hatin kirin de saziyên dewletê bni balkêşî bêdeng dimînin. Hemû selêdanên ji bo Ekîn hatine kirin bê encam mane. Her wiha piştî malbata Yasak serî li ÎHD'ê da hemû serlêdanên wan bê encam mane. Divê hikûmet demildest derbixîne holê ku Mujgan Ekîn û Taşkin Yasak li kune. Bila pirsa me û malbatê ya 'Mujgan Ekîn, Taşkin Yasak li kune? Bi bersivînin."

Çalakger piştî daxuyaniyê ji bo hefteyek din bên cem hev belav bûn.

AMED

Endamên Meclîsa Dayîkên Aşatiyê ya Amedê û malbata Mujgan Ekîn jî, li Komeleya Mafê Mirovan a Şaxê Amedê civînekî ya çapemeniyê da. Meta Mujgan Ekîn Emîne Ozbek diyar kir ku 24’ê Cotmehê û vir ve li navenda Enqerê hatiye binçavkirin û heta vê kêliyê ti agahî jê nehatiye girtin. Ozbek got: “ Ev nêzî 48 roj in ku em ti agahî ji Mugan ne girtiye. Divê dewlet diyar bike ku ka Ekîn li kû digirin. Em bi hêvîne ku tiştek bi wê nekiribe. Em heta ku agahiyek ji Mujganê bigirin têkoşîna xwe berdewam bikin. Em weke Dayîkên Aştiyê vê yekê qebûl nakin.

Ekîn destnîşan kir ku dema agahî ji Mujganê nehate girtin wê biçin pêşiya Meclîsê li Enqereyê çalakiya rûniştinê li dar bixin, çi dibe bila bibe em dev ji vê lêgerîna xwe bernadin.