YPG'ê nasnameya 3 şervanên xwe eşkere kir

YPG'ê nasnemaya 2 şervanên xwe yên li gundê Mekmen ê Şedadê di şerê dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan û şervanekî di encama qezayekê de li Tirbespiyê jiyana xwe ji dest da, eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 3 şervanên xwe yên li herêmên Şedadê û Tirbespiyê jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

"Piştî rizgarkirina Şedadê û gundewarên derdorê wê di Sibata 2016’an de, ew herêma stratejîk li başûrê Hesekê her tim bûye armanca hewldanên çeteyên DAIŞ’ê ku careke din bajar dagir bikin. Ji ber wê yekê çeteyan bi hemû cûre çekên giran bi şev û roj êrîşî Şedadê kirine û êrîşên wan heta îro jî dewam dike.

Herî dawî di 8’ê Kanûnê de çeteyan êrîşî gundê Mekmen ê Şedadê kir û ji ber vê êrîşê şer derket. Ev êrîşa çeteyan bi berxwedaneke xurt a Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jinê hat têkbirin. Du hevrêyên ku di şikandina êrîşa dijmin de rolên sereke leyîstin bi berxwedaneke mezin gihiştibûn şehadetê.

Her wiha di 6’ê Kanûnê de hevrêyê me Egîd Qamişlo (Ehmed El-Ehmed) dema ku li herêma Tirbespiyê ya Kantona Cizîrê bi erka xwe radibû, ji ber qezayekê şehîd bû.

Weke YPG, em ji malbatên şehîdan û tevahî gelê xwe re sersaxiyê dixwazin, di kesayeta her sê şehîdan de cangoriyên azadiyê bibîr tînin û soz didin ku şopdarê rêya wan bin."

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şervanên jiyana xwe ji dest dane bi vî rengî ye:

Nasnav: Qenas Dirbasiyê
Nav paşnav: Ebdulbasit Himêdî
Navê Dayikê: Zeîma
Navê Bav: Ehmed
Cihê ji dayikbûnê: Dirbasiyê
Cih û dema şehadetê: Şedadê/Mekmen 08.12.2016

Nasnav:: Yilmaz Herekol 
Nav paşnav: Wail Mecîd
Navê Dayikê: Aliya 
Navê Bav: Mehmud
Cihê ji dayikbûnê: Dirbasiyê
Cih û dema şehadetê: Şedadê/Mekmen 08.12.2016

Nasnav: Egîd Qamişlo
Nav paşnav: Ehmed El-Ehmed 
Navê Dayikê: Xalidiye 
Navê Bav: Casim
Cihê ji dayikbûnê: Qamişlo
Cih û dema şehadetê: Tirbesipiyê 06.12.2016