Malbatên Roboskiyê çalakiya xwe didomînin
Malbatên Roboskiyê di hefteya 258’emîn a qetlîamê de kom bûn, peyama wê heta dawiyê hesab xwestina ji hikûmetê bidomînin.
Malbatên Roboskiyê di hefteya 258’emîn a qetlîamê de kom bûn, peyama wê heta dawiyê hesab xwestina ji hikûmetê bidomînin.
Lêrgerîna malbatên 34 kesên ku di encama bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk a di 28’ê Kanûna 2011’an de li gundê Roboskiyê ya girêdayî navçeya Qilaban a Şirnexê jiyana xwe ji destdabûn didomîne. Malbat di hefteya 258’emîn a qetlîamê de li ser Goristan Roboskiyê kom bûn û li ser navê malbatan SErokê Robostkî-Derê Velî Encû daxuyanî da. Encû bal kişand ku li ser qetlîamê re hezar û 806 roj derbas bû, hê jî edalet pêk nehatiye.
‘TÊ FÊKIRIN KU ENCAM DIGIHIJE KÛ DERÊ’
Encû diyar kir ku berpirs nehatine darezandin, zext û cewisandinên li ser gund zêede bûn her wiha Ferhat Encû ê ku weke nûnerê malbatan li Meclîsê bû hate girtin û wiha pê de çû: “Tevî ku hemû detayên qetilkirina 34 xizmên me yên bi hovane ji aliyê balfirên şer ve bi awayekî hovane hatin qirkirin li pêş çavên raya giştîye jî, sucê mirovahiyê yên ku li salonên dadgehê tên kirin, bi saysa bîrokrasiya Enqere û siyaseta wê ji nedîtî vet ê.Tevî ku piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê û şûn de piraniya hikûmetê diyar kiribû ku wê qetlîama Roboskiyê ronî bike jî, ti pêşketinên di vî warî de pêk nehatine, ev yek dide nîşandan ku encama wê qirkirinê digihije kê.”
Encû, bibîr xist ku ew wê dev ji dozê ber nedin.