Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê têkildarî gerîlayê HPG'ê Helwest Partîzan ê li Bagokê jiyana xwe ji dest da, daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Hevrê Helwest Partîzan, ku 21 salan li her devera Kurdistanê gerîlatî û fermandarî kir, li herêma Bagokê ya Mêrdînê şehîd bû. Em sersaxiyê ji malbata wî û tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin. Hevrê Helwest ji Silêmaniyeyê bi rê ket û li Dersîm, Amed, Mêrdîn û Herêmên Parastinê yên Medyayê bi azwerî ji bo azadiyê têkoşiya. Gelê me û hemû hevrêyên wî wê vê têkoşîna wî ya azadiyê ji bîr nekin û dildariya wî ya têkoşîn û azadiyê bi Kurdistana azad tacrîdar bikin."
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê destnîşan kir, ku gerîla Helwest xwestiye, tecrûbeya xwe ya 21 salan a gerîlatiyê, bi qadên herî zehmet ên têkoşînê bixe meriyetê û wiha dewam kir:
"Dildariya wî ya mezin a welatparêzî û azadiyê, coş û heyecan daye wî ku her kêliya jiyanê bi têkoşîneke mezin dagire. Ji bo tolê ji mêtîngerî qirkirinê hilîne, ji bo nîşan bide ku vîna azadiyê ya gelê Kurd ne ya şikestinê ye, bi israr xwest biçe herêma Mêrdînê. Pêşengiya ji ciwanên Kurd û fedakariya ji bo gelê Kurd, dildariya herî mezin a hevrê Helwest bû. Ji ber vê yekê, li Amed, Dersîm û Merdînê ku qadên herî dijwar ên têkoşînê ne, hem weke şervanekî, hem jî weke fermandarekî bi rengekî serketî bi erka xwe rabû. Wî, bi fedakarî û keda xwe, weke gerîlayekî ku hemû erk û berpirsyariyên xwe bi cih aniye, cihê xwe di nava têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de girt.
Hevrê Helwest Partîzan, weke sembola şênber a yekîtiya gelê Kurd, bi kesayetî, sekn û têkoşîna xwe ya azwerî re, nirxên gelekî mezin tevlî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd kiriye. Eger îro li çar parçeyên Kurdistanê di nava gelê Kurd de hesta yekîtiyê hebe, gelê Kurd di hest, raman û armancê de bûye yek, di vir de ked û hewldana fermandar Helwest gelekî zêde ye.
Helwest Partîzan, weke karakterekî bijarte yê welatparêzî û şervaniya Kurd, pîvanên PKK'bûyînê di şexsê xwe de nîşan da û bi pratîka xwe nîşan da, ku şervanî û fermandariya herî baş bi PKK'bûyînê dibe.
Em soz didin; em ê têkoşîna wî ya 21 salan û hesreta hemû gerîlayan, li Başûr, Bakur, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê di jiyana demokratîk û azad a gelê Kurd de şênber bikin. Em bang li tevahiya ciwan û gelê Kurd dikin ku di çarçoveya pîvanên wî yên milîtanî û welatparêziyê de li her cihî têkoşînê geş bikin."