Şaredariyên Peyas û Yenîşehîrê jî hatin desteserkirin

Li Şaredariyên Peyas û Yenîşehîrê yên Amedê qeyûm hatin bicihkirin.

Hevşaredarê Peyasê Mehmet Alî Aydin û Hevşaredarê Yenîşehîrê Selîm Kûrbanoglû, duh ji aliyê dadgehê ve hatin girtin. Piştî girtina hevşaredaran, qeyûm li her du şaredariyan hatin bicihkirin.

Di çarçoveya nivîsa Serdozgeriya Komarê ya Amedê û erêkirina Wezareta Karên Hundir de, Walîtiya Tirk a li Amedê qeymeqamê Peyasê Mûstafa Kiliç weke qeyûm li Şaredariya Peyasê erkdar kir.

Qeymeqamê dewleta Tirk ê li Yenîşehîrê jî weke qeyûm li Şaredariya Yenîşehîrê hat erkdarkirin.