Îmîr: Li Şirnexê 10 hezar xanî hatin xerakirin

Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Nûran Îmîr got, wan tespît kirine ku li Şirnexê zêdeyî 10 hezar xanî hatine xerakirin.

Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Nûran Îmîr, li ser lêkolînên xwe yên ji 14'ê Mijdarê û vir ve li Şirnexê dikin, agahî da ANF'ê.

'ZÊDEYÎ 10 HEZAR XANÎ HATIN XERAKIRIN'

Îmîr da xuyakirin, ku wan nekarîne bala raya giştî bikişînin ser vê hilweşîna li Şirnexê û anî ziman, di vê pêvajoyê de ev hilweşîna mezin hêjayî weşandina nûçeyê jî nehatiye dîtin.

Îmîr got, "Nifûsa Şirnexê bi qasî 80 hezar e. Ji ber polîtîkayên dewletê, 60 hezar kesî ji neçarî koç kirine. Ji bilî taxên karmend û malbatên nêzî AKP'ê lê dimînin, hemû taxên din hatine valakirin. Piştî ku qedexeya derketina derve hate rakirin, hin ji welatiyan li bajarê xwe egeriyan, lê belê xaniyekî lê bi cih bibin nîne. Bajar ji 9 taxan pêk tê. 2 tax ne di navê de, hemû taxên din hatine hilweşandin. Walîtiyê da xuyakirin, ku 2 hezar 44 kes xanî xera bûne, lê AKP'yî dibêjin zêdeyî 7 hezar xanî xera bûne. Li gorî lêkolînên me, zêdeyî 10 hezar xanî xera bûne. Ev hejmareke hatiye nepixandin nîne. Hin xanî hene ku bi rîsk tên destnîşankirin û li benda hilweşînê ne. Malbat tevî rîska hilweşandinê jî li nava van xaniyan bicih dibin."

'PERWERDE NÎNE, XWENDEKAR DI TRAVMAYÊ DE NE'

Îmîr da xuyakirin, ku Şirnexî dilsozê axa xwe ne û çi dibe bila bibe dixwazin vegerin cih û warên xwe. Îmîr got, "Walîtî belavokan belav dike û dibêje, wê avahiyan çêbike. Napirse bê gel çi dixwaze, çi naxwaze. Gel dibêje em ê berxwedana xwe bidomîne, lê destekeke têrker ji derve nayê. Şirnexî xwe bi tenê dibînin."

Nûran Îmîr da zanîn, şer mîna her carê herî zêde bandorê li jin û zarokan dike û got, "Li Şirnexê, beriya hilweşînê 15 hezar xwendekar hebûn. Niha bi qasî 5 hezar hene. Li 36 dibistanên beriya hilweşînê, niha tenê li 10 dibistanan perwerde tê dayîn. Mamosteyên branşê kêm in. Mamosteyê ji branşeke cuda dikeve dersa matematîkê. Nexweşane her wiha têrê nake. Hejmara doktor û hemşîreyan kêm e. Bi sedan mirov di travmaya derûnî de ne. Ji ber çekên li bajêr hatine bikaranîn, bedena mirovan dişewite."

'AV NE PAQIJ E, PIRSGIRÊKA XWARIN Û TENDURISTIYÊ HEYE'

Îmîr anî ziman, pêwîstî herî zêde bi derfetên stargehê heye û destnîşan kir, ev yek pirsgirêkeke cidî ye, divê derhal were çareserkirin. Îmîr wiha dewam kir: "Pirsgirêka hiqûqê heye. Kî wê bi çi rengî li mafê xwe bigere, serî li ku bide? Ev pirsgirêk gelekî girîng e. Cihê gelek saziyên mafên mirovan jî hatine şewitandin, xerakirin. Civak di nava travmayeke cidî de ye û pêwîsî bi alîkariyê heye. Pirsgirêka xwarinê û tenduristiyê heye. Paqijî bi qasî tine ye, kêm e. Pirsgirêka avê cidî ye. Perwerde hema hema qet nîne. Tespîta xisarê nikare bê kirin, ji ber ku avahî bi temamî hilweşiyan e. Ji bo malên tişt pê nehatiye û yên dixwazin bên hilweşandin jî, pereyekî biçûk di berdêlê de tê dayîn. Dixwazin rewşa demografîk a bajêr biguherînin. Biryareke diyarkirî jî nîne. Afîşên 'bajarê nû' ku di rojên destpêkê de hatin daliqandin, hatine rakirin. Yên hilweşandine, nizanin wê çi bikin. Serê dewletê jî tevlîhev bûye. Çi bike, xera dike."

'ÎŞKENCEYA PSÎKOLOJÎK LI GEL DIKIN'

Îmîr diyar kir, di nava salekê de li Şirnexê gelek pitik ji ber dayikan çûne, hejmara zarokên jiyana xwe ji dest dane û nexweşiya li pitikan der dibin, zêde bûne. Îmîr got, "Bi têrkerî xizmeta tenduristiyê nayê dayîn. Pitikên nû ji dayik bûne, ji ber ku bi têrkerî nayên xwedîkirin, nexweş dikevin û derfetên tedawîkirinê jî kêm e. Ji xwe bi têra xwe doktor nîne. Zexteke cidî ya psîkolojîk derketiye holê. Serê her şexsî 4 polîs li herêmê ne. Ev yek herî zêde bandorê li jin û zarokan dike."

'TEVÎ HER TIŞTÎ JÎ HÊVÎ GELEKÎ XURT E'

Îmîr destnîşan kir, ku hêviya gel gelekî xurt e û got, "Tevî vê hilweşînê jî, gelekî xurt li hemberî wan heye. Xwegihandina nava bajê bi tena serê xwe îşkence ye. Bi saetan mirov tên sekinandin. Îşkenceyê li gel dikin. Ji bo ev herêm bê valakirin, çi ji destê wan tê dikin. Lê rastiya gelekî heye, ku li dijî vê li ber xwe dide. Li vê derê îşkenceya psîkolojîk li civakê tê kirin."

Îmîr bal kişand ser mezinahiya hêviya ji bo siberojê û ji nû ve avakirina bajêr û got, Şirnex li benda desteka manewî, hiqûqî, tenduristî û perwerdeyê ye.