KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Bayik: Divê Kurd êdî bi dewleta Tirk re nejî
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir, ew hatine qonaxa azadiyê û bang li Kurdan kir, ku êdî bi dewleta Tirk re nejî. Bayik got, "Divê Kurd ji her alî ve têkiliya xwe ya bi sîstemê re qut bikin." -
Qeyûmê AKP'ê li Wanê 163 karker ji kar kir
Li Şaredariya Mezin a Wanê 163 personelên din ji kar kirin. -
Şervanên Minbicê: Em rê nadin dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê!
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên Koalîsyona Sûrî ya bi ser Minbiê de û gotin, ew ê ti caran rê nedin êrîşên dagirker. Şervanan diyar kirin ku gavekê jî ew ê bi paş de neavêjin. -
Bi nivîseke veşartî fermana 'dosya Serêkaniyê bigire' ji Walî re hate dayîn
Derket holê, bi nivîseke veşartî ferman ji Walîtiya Rihayê re hatiye dayîn, ku bûyera Serêkaniyê ya mirina bi guman a 2 polîsan bê nixumandin. Ev bûyer, weke sedema qedandina 'pêvajoya çareseriyê' hatibû nîşandan. -
Eger krîz ji nava Başûr neyê derxistin, wê hemû destketî ji dest biçin
Çavdêrê siyasî yê li Başûrê Kurdistanê Fexreddîn Mihemed got, "Eger Başûrê Kurdistanê vê krîza navxweyî ji holê raneke, dibe ku piştî DAIŞ'ê 5 wîlayetên di destê xwe de jî winda bike." -
Cenazeyên 3 têkoşeran li Efrînê hatin veşartin
Bi sedan welatiyên Kantona Efrînê cenazeyên 3 şervanên Erka Xweparastinê li goristanên Şehîd Refîq û Seydo spartin axê. -
Şaredariya Milazgirê jî hate desteserkirin
Li Şaredariya Milazgirê Qeymeqamê Tirk ê li navçeyê Soner Kirli weke qeyûm hat bicihkirin. -
Hevşaredarê Xelfetiyê hate binaçavkirin
Polîsên Tirk danê vê sibehê avêtin ser avahiya Şaredaiya Xelfetiyê. Hevşaredar Mûstafa Bayram jî li mala xwe hate binçavkirin. -
Fermandarê mînak ê PKK'ê: Şiyar Amanos
Yek ji fermandarên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Şiyar Amanos (Îbrahîm Dolanbay) jiyana xwe ya şoreşgerî ya 24 salan bi têkoşîn, ked, fedakarî, hezkirin û fermandariya rasteqîn xemiland. -
Operasyona Deriyê Dawetiya: Leşkerên Tirk hatin têkbirin
Hêzên gerîla ku operasyona artêşa Tirk a 23'ê Cotmehê ya li Deriyê Dawetiya şikandin, gotin "Di têkoşîna azadiyê de em bi biryar in." -
Nûçegîhanê KNN dema hat dîtin mirîbû
Nûçegîhanê Televîzyona KNN Şukrî Amedî, li gundekî girêdayî bajarokê Amediyê yê Başûrê Kurdistanê mirî hat dîtin. -
Ji bo belavkarên Kovara Ozgur Halkê 4 sal û 2 meh cezayê hepsê
Ji bo belavkarên Kovara Ozgur Halkê Hîvîdar Dîker û Emrah Demîr 4 sal û 2 meh cezayê hepsê hat birîn. -
MLKP/Kurdistan: Wê çekên wan bêxwedî nemîne!
MLKP’ê têkîldarî gerîlayên TKP/ML-TÎKKO yên ku li Dersîmê jiyana xwe ji dest dan daxuyaniyek da û got; “Em ê silteya bazirganan, dîktatoran hilweşînin.” -
Qeyûm wesayîtên gel pêşkêşî polîs û baxçe jî pêşkêşî miftiyan dike
Qeyûmê ku Şaredariya Kerboranê dagir kir, wesayîtên aîdî şaredariyê xiste xizmeta emniyetê, baxçeyê şaredariyê jî radestî Miftiya navçeyê dike. -
Fermandariya YJA Star: Hevrê Şehîd Doza Welat bi rêzdarî bi bîr tînin
Fermandariya YJA Star, ji malbata welatparêz a Doza Welat re sersaxî xwest û soz da ku xwîna hevrêya xwe li erdê nehêlin. -
‘Ji bo Roboskiyê edalet, berpirs bên darezandin’
Malbatên Roboskî, vê hefteyê jî li ser gorên zarokên xwe daxwaza xwe ya edaletê dubare kirin. -
Aslan: Darbe di şexsê Kurdan de li dijî tevahî gelan hatiye kirin
Parlamenterê HDP’ê yê ji pêkhateya Ereb Mehmet Alî Aslan got ku êrîşên Qesrê ne tenê Kurdan, ji ser HDP’ê tevahî gelan dike hedef. -
Demîrtaş: Ji şewata Edeneyê saziyên dewletê berpirs in
Demîrtaş têkîldarî şewata li Edeneyê ku 12 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, ji girtîgehê peyam şand. Demîrtaş bal kişand li ser îhmalan û banga vesazkirina atmosfera mirovî û perwerdeyê kir. -
Ji HPG'ê daxuyaniya li ser şer û çalakiyan
HPG'ê li ser şer û çalakiyên li navçeyên Çelê û Şemzînanê yên li Colemêrgê daxuyaniyeke nivîskî weşand. -
TŞYG: Em şerê xwe yê şoreşger ê yekbûyî li dijî faşîzma AKP'ê geş bikin!
Komîteya Rêveber a TŞYG'ê: Hem li hundir hem jî li derve em bi ruhê berxwedêr ê stratejîk erê xwe yê şoreşgerî geş bikin. Bi erê şoreşgerî yê yekbûyî yê gelên xwe, em faşîzmê têk bibin û bi ser bikevin. -
DBP: Em ê bi biryardarî têkoşîna xwe bidomînin
Di encamnameya civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya DBP'ê de hat gotin, "Li dijî pêkanînên AKP'ê yên li serdema heyî nayên, em ê rewşa xwe ya rêxistinî biparêzin û biryardarî têkoşîna xwe ya demokratîk bidomînin." -
Leşkerekî din bi gumanbarî mir
Leşkerê bi navê Seyhmûs Karalar ê 10 meh in li Sêrtê leşker bû, bi rengî bi guman jiyana xwe ji dest da. -
Cenazeyê gerîlayê TÎKKO Karakoç hate veşartin
Cenazeyê gerîlayê TKP/ML TÎKKO Hasan Alî Karakoç ê li herêma Alîbogazi tevî 3 hevalên xwe di şer de jiyana xwe ji dest da, li Xozadê hate veşartin. -
Mîna madenê çîrokên wan jî weke hev in: Taşeron û xizanî
Di ser hezaza kana Cînerê re, 360 saet derbas bûn ku 16 karker di binê axê de man. Ji karkrean Yavûz Yildiz, Halîl Başer, Îbrahîm Kilinç û Nûsret Beyza Alma hê di binê axê de ne. -
Dadgeriya Tirk biryar da Botan û Geverî yên HDP'yî bi zorê bîne
Rûniştina destpêkê ya doza li dijî wekîlên HDP'ê Adem Geverî û Lezgîn Botan, îro pêk hat. Heyeta dadgehê biryar da ku Geverî ô Botan bi zorê tevlî rûniştina dozê bike û rûniştin ji bo 27'ê Çileyê taloq kir.