Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ku li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên Koalîsyona Sûrî di nav parastina aktîf de ne, li eniya Oseclî ji ANF’ê re axivîn.
‘DIVÊ HER KES XWE TEVLÎ NAV BERXWEDANÊ BIKE’
Yek ji şervanan Ebû Adil diyar kir, li gel ku artêşa Tirk bi balafirên xwe gundê wan bombe kiriye û li gel hemû êrîşên çeteyan jî ew ê dev ji gundê xwe berdin. Adin diyar kir piştî azadkirina Minbicê dema ku ew hatin van gundan gelê herêmê ib hezkirin û lîlandinan ew pêşwazî kirine û ew gelekî ji çeteyên DAIŞ, dewleta Tirk û çeteyên Koalîsyona Sûrî aciz û bêhnteng in û cênîka wan ji wan diçe.
Adil got ew li dijî dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wan şerê manûnemanê didin û çi kesê dest û tilikên wan hebin divê xwe bi çek û rex bike û li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê şerê manûnemanê bike.
‘EM Ê XAKA XWE YA KU BI XWÎNA XWE RIZGAR KIRIYE BIPARÊZIN’
Ji şervanan Ebû Seyyah jî diyar kir, dewleta Tirk êrîş dibe ser Minbica azad û şervanên Meclîs Leşkerî ya Minbicê û got: ‘’Dewleta Tirk ji bo ku çeteyên DAIŞ’ê bike xaka Federasyona Bakurê Sûriyê dagir dike. Niha dixwaze vê dagirkeriyê heta bi Babê û Minbicê berfireh bike. Dema ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşê tînin ser Minbicê dewleta Tirk û çeteyên Koalîsyona Sûrî jî êrîş dikin. Dema ku em li DAIŞ’ê dixin dewleta Tirk êrîşê tîne ser me. Ev jî nayê wê maneyê ku dewleta Tirk çeteyan diparêze?’’
Seyyah diyar kir êrîşên hewayî û bejahiyê yên dewleta Tirk di nav şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de ti paş ve çûn bi xwe re neanîye û got: ‘’Em ê xaka xwe ya ku me bi xwîna xwe azad kiriye biparêzin. Bi êrêşên dewleta Tirk û çeteyên Koalîsyona Sûriyê daxwaza me ya şerkeriyê zêdetir bû û vîneke xurtir a şer derkete holê. Me rê neda dagirkeriyê û em ê rê nedin.!
Divê her kes baş bi vê zanibe; şerê ku em li vir dikin ne tenê şerê li dijî çeteyan e. Em li vir li dijî dewleta Tirk a dagirker şer dikin. Dewleta Tirk ji bo ku Federasyona Bakurê Sûriyê tine bike û sembola jiyana hevpar a gelan Minbicê tine bike dixwaze dagir bike. Em jî li gorî hiqûqa navneteewî xaka xwe li dijî dagirkeriyê diparêzin. Ev jî heqê herî xwezayî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û şervanên wê ye.’’