Fermandarê mînak ê PKK'ê: Şiyar Amanos

Yek ji fermandarên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Şiyar Amanos (Îbrahîm Dolanbay) jiyana xwe ya şoreşgerî ya 24 salan bi têkoşîn, ked, fedakarî, hezkirin û fermandariya rasteqîn xemiland.

Şiyar Amanos ê ji Ewropayê berê xwe da çiyê, di nava şoreşgeriya PKK'ê de bi gelek erkên girîng rabû.

Şiyar Amanos ku di nava PKK'ê de bi kesayetiya xwe ya fermandariyê tê naskirin, di 23'ê Cotmeha 1973'an de li gundê Salmanpek ê navçeya Pazarcix a Mereşê ji dayik bû. Malbata Amanos berê di nava rêxistinên çep ên Tirkiyeyê de bû. Piştî demekê Têkoşîna Azadiyê ya Kurd nas dikin. Xalê Şiyar Amanos tevlî nava têkoşîna azadiyê ya PKK'ê dibe û ev yek bandorê li wî dike. Di sala 1987'an de tevlî xebatên Yekîtiya Ciwanên Kurdistanê (YCK) dibe û di nav vê rêxistinbûnê de bi berpirsyariyê radibe. Di wê demê de li ser banga 'vegera li welat' a PKK'ê, Amanos dibe yek ji kesên destpêkê berê xwe dide çiyayên Kurdistanê.

DI EŞKEREKIRINA TESFIYEKARIYÊ DE ROLA XWE GIRÎNG E

Di sala 1989'an de weke kadroyê tevgera azadiyê ya PKK'ê diçe Ewropayê. Piştî ku du salan l vir dixebite, derbasî Lubnanê cem Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibe. Li Akademiya Mahsûm Korkmaz a li Lubnanê xwe perwerde dike. Ji ber sekna wî ya li vê derê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan debanceyekê diyarî wî dike. Piştre diçe Başûrojava (Mereş-Dîlokê) û li vir dest bi karê rêxistinkirinê dike. Şiyar Amanos bi tundî bi ser tesfiyekariyê ve çû, ku di sala 1993'an de li dijî tevgera PKK'ê derket holê. Kesê ku navê Terzî Cemal li xwe kiribû, Şiyar Amanos digire û mehekê îşkenceyên giran lê dike. Şiyar Amanos bi ti awayî ji sekna xwe venegeriya, şer kir û ji bo rewşê ji Rêberê Gelê Kurd re ragihîne serî li gelek rê û rêbazan da. Amanos xwe gihand Ocalan û bi vî awayî di eşkerekirina tesfiyekariyê de roleke girîng lîst.

Li ser vê yekê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yekser dest li bûyerê werdide û careke din bang li wî dike ku bê Lubnanê. Li vê derê wezîfeya parastina Ocalan jê re tê dayîn. Piştî ku wextekê li qadê xebitî, bi israr dixwaze biçe çiyayên Kurdistanê. Daxwaza wî ew e ku bikeve nava şerê aktîf û hêrsa xwe ya li dijî dijmin nîşan bide. Yek ji xeyalên wî yên herî mezin bi cih hat; çû çiyayên Amanosê. Bi dilsoziya xwe ya bi şoreşê re çar salan li Amanosê gerîlatiyê dike. Bi taybetmendiya xwe ya kedkarî û tevlîbûna bêhesab, di demeke kurt de cihê xwe di dilê hevrêyên xwe de digire.

ŞERVAN GELEKÎ JÊ HEZ DIKIN

Di sala 2000'î de dema ji Amanosan vedigere, li ser sînor ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve tê girtin. Du salan di girtîgeha Sûriyeyê de dimîne. Îşkenceyên giran lê tê kirin. Piştî ku tê berdan, careke din berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Vê carê li gelek herêmên Başûrê Kurdistanê gerîlatiyê dike. Lê belê têrî Amanosan nebûye û dixwaze xeyala xwe ya nîvco mayî temam bike. Ji ber israrên wî, careke din ji çiyayên Amanosan re tê şandin. Di navbera salên 2007-2009'an de careke din li vir gerîlatiyê dike. Di jiyana xwe ya gerîlatiyê de heta wezîfeya Fermandariya Eyaletê jî dike. Ji aliyê şervanên xwe ve gelekî tê hezkirin û weke fermandarekî mînak tê dîtin. Her wiha bi şervaniya xwe jî her tim balê dikişîne ser xwe. Di jiyana xwe ya gerîlatiyê de çar caran birîndar dibe û du caran emeliyat dibe.

Şiyar Amanos ji ber gazeke dewleta Tirk bi jehrê dikeve. Her çend naxwaze ji çiyayên Amanosê derkeve jî, ji ber nexweşiyên hundirîn, berê xwe dide çiyayên Başûrê Kurdistanê ji bo tedawî bibe. Jehra ji ber gazê belav bû, bandor li organên wî yên hundirîn kir. Ji aliyê fîzîkî ve gelekî zerar dîtibû. Taybetmendiya wî ya herî zêde derdiket pêş, kedkariya wî ya bê sînor bû. Tevî ku bi giranî birîndar bû û nexweş ket jî, her tim li eniya herî pêş a şer cih girt. Bi taybetî, tevî ku ji ber vê jehrîbûnê neçar ma jiyana xwe bi dermanan bidomîne jî, xwe ji kar venegirt. Şiyar Amanos di nava PKK'ê de weke perwerdekarê mirovan hate naskirin. Li Başûrê Kurdistanê jî şervanên nû perwerde kir û bi vî rengî hewl da wezîfeya xwe ya wijdanî bi cih bîne. Şervanan Şiyar Amanos her tim zindî û rû li ken didîtin, lewma gelek caran ji bîr dikirin ku ew nexweş e. Halbûkî di hundir de gelek êş dikişand.

Şiyar Amanos ji ber bandora gaza bi jehr, di Îlona sala 2012'an de jiyana xwe ji dest da. Hevrêyên wî gelekî pê dêşin. Soza dilsoziya bi bîranîna Amanos re her tim dubare dikin.

'SEMBOLA DILSOZIYA BI RÊBERTÎ Û DOZÊ RE'

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê di wê demê de ji bo Şiyar Amanos ev daxuyanî da bû:

"Hevrê Şiyar Amanos nûnerê baweriya bi Rêbertî, partiyê, şehîdan, gel û dozê re ye. Ji ber vê yekê dema navê Şiyar Amanos tê bilêvkirin, her tim û li her cihî coş û morala wî tê bîra mirovan. Rojekê jî mehdê xwe nexweş nekir, rojekê jî xwe ji doza şoreşê venegirt, moral û coşa xwe kêm nekir. Berevajî di têkoşîna şoreşê de her gavê ciwan bû, bi coş bû. Lewma wê weke yek ji mînaka bijarte ya fermandariya PKK'ê bê bîranîn."