BI DÎMEN

Hevşaredarê Xelfetiyê hate binaçavkirin

Polîsên Tirk danê vê sibehê avêtin ser avahiya Şaredaiya Xelfetiyê. Hevşaredar Mûstafa Bayram jî li mala xwe hate binçavkirin.

Şaredariya Xelfetiyê ya DBP'ê ku tevî Şaredariyên Wêranşar û Hewengê, ku qeymeqamên navçeyan di emel de weke qeyûm hatin erkdarkirin, bû hedef. Polîsên Tirk danê sibehê dor li avahiyê girtin û avêtin ser.

Polîsan her wiha avêtin ser mala Hevşaredar Mûstafa Bayram û dest bi lêgerînê kirin. Piştre Hevşaredar Mûstafa Bayram binçavkirin.

Li gorî agahiyan, gelek komputerên li avahiya Şaredariyê ji aliyê polîsan ve hatine desteserkirin.

Sedema lêgerîna li avahiya Şaredariyê û mala Bayram û binçavkirina Hevşaredar Bayram hê jî neyatiye hînbûn.