Doza li dijî Botan û Geverî di çarçoveya lêpirsîna Dozgeriya Komarê ya Wanê de hate vekirin. Rûniştina destpêkê ya dozê îro li 2. Dadgeha Cezayê Giran a Wanê pêk hat û Botan û Geverî tevlî nebûn. Parêzerên Botan û Geverî tevlî rûniştinê bûn.
Botan û Geverî di gilînameyê de bi îdîayên "propaganda rêxistina terorê kirine, bi rengekî vekirî pêşî li rûdana sûc vekirine, endamê rêxistina terora çekdarî ne, hewl dane yekîtiya dewletê û ehvgirtina welêt xera bikin" tên darizandin.
Dadgeha Tirk rûniştina dozê ji bo 27'ê Çileya 2017'an paş ve xist û biryar da Geverî û Botan bi zorê tevlî rûniştinê bên kirin.