Cenazeyên 3 têkoşeran li Efrînê hatin veşartin

Bi sedan welatiyên Kantona Efrînê cenazeyên 3 şervanên Erka Xweparastinê li goristanên Şehîd Refîq û Seydo spartin axê.

Bi sedan welatiyên Kantona Efrînê cenazeyên 3 şervanên Erka Xweparastinê Fethî Bîlal, Hac Alî Selmo yên di 30'ê Mijdarê de gava bi erka xwe radibûn jiyana xwe ji dest dan, li Goristana Şehîd Refîq spartin axê.

Di destpêkê de endamên Erka Xweparastinê merasîmeke leşkerî pêk anîn. Fermandarê Erka Xweparastinê Cîger Şêrawa li vir axivî û got, çete bi hedefa îradeya gelê me bişkînin êrîşî Kantonên dikin lê belê têkoşer û cangoriyên me destûr nadin vê yekê û bi fedayî canê xwe feda dikin. Di dawiya merasîmê de cenazeyên herdû têkoşeran spartin axê. 

GORISTANA ŞEHÎD SEYDO 

Girseya gel li navçeya Cindirêsê jî cenazeyê têkoşerê Erka Xweparastinê Rodî Hebeş wergirt û bi karwanekî wesayîtan ber goristana Şehîd Seydo.

Girseya gel gihîşte Goristanê û şervanên YPJ/YPG`ê merasîmeke leşkerî lidarxistin. Cîgerê Serokê Desteya Parastinê û Erka Xweparastinê Amed Kendal li merasîmê axivî û got: "Em di pêvajoyeke girîng de ne. Bi têkoşîn û fedayîbûna cangoriyên me cîhanê bi giştî gelê Kurd naskirin. Divê em şopdarên rêya wan bin û xwedî li Şehîdên xwe derbikevin." 

Rêveberê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Navçeya Cindirêsê Hesen Berko jî axivî û got, "Şehîdên me pîroz in, wan her tiştê xwe ji bo parastina welatê xwe feda kirin."

Nasnameya Şehîd ji aliyê endamê KPC'ê Îsa Berko ve hate xwendin, şêniyan dirûşmeyên "Şehîd Namirin" qîriyan û cenaze spartina axê.