Eger krîz ji nava Başûr neyê derxistin, wê hemû destketî ji dest biçin
Çavdêrê siyasî yê li Başûrê Kurdistanê Fexreddîn Mihemed got, "Eger Başûrê Kurdistanê vê krîza navxweyî ji holê raneke, dibe ku piştî DAIŞ'ê 5 wîlayetên di destê xwe de jî winda bike."
RÊBAZ HESEN
KERKÛK / ANF
în, 2 berfanbarê 2016, 08:16
Mihemed destnîşan kir, ku li Başûrê Kurdistanê yekîtiya siyasî û li gelemperiya Kurdistanê jî yekîtiya neteweyî şert e û diyark ir, dewleta Tirk ji bo pêşî li vê bigire, Başûrê Kurdistanê dagir kiriye.
Mihemed krîza li Başûrê Kurdistanê û rewşa gengaz a piştî DAIŞ'ê ji ANF'ê re nirxand.
XETERÎ LI SER HEMÛ DESTKETIYAN HEYE
Çavdêrê siyasî Fexreddîn Mihemed da xuyakirin, ku piştî DAIŞ hat tesfiyekirin, Serokê nû yê DYA dest bi wezîfeyê kir û dewleta Tirk pirsgirêkên xwe yên bi Yekîtiya Ewropa û Rûsyayê re çareser kir, eger Başûrê Kurdistanê krîza navxweyî ji holê raneke, dibe ku 5 wîlayetên di dest de ne, bikevin rewşeke xetere.
Mihemed got, "Eger ev destketî ji dest biçin, wê kesên îro li wan kursiyan rûdinên û hatineyên petrolê dixwin, hingî kursî û şîrketên xwe yên petrolê winda bikin. Ji bo herêma me nekeve nava têkoşîneke bi vî rengî, hêvîdar im wê di encama van danûstandinên navbera partiyan tên kirin de, krîza siyasî û aborî were çareserkirin. Ya rast, zêde hêviya min jî jê nîne."
Mihemed bal kişand ser zexta hikûmeta Iraqê ya piştî DAIŞ'ê li hikûmeta Başûrê Kurdistanê bike û got, "Di rewşa heyî de hikûmeta navendî ya Iraqê bi vî awayî hikûmeta Başûrê Kurdistanê îdare dike. Lê belê piştî DAIŞ'ê wê vê rewşê qebûl neke."
LI PIŞT DAIŞ'Ê BLOKEK HEYE
Fexreddîn Mihemed da xuyakirin, ku bi dagirkeriya DAIŞ'ê re hikûmeta Iraqê bi rengekî cidî hejiya û got, "Tevî ku di roja îro de du blokên cuda yên mîna Sûnî û Şîa hebin jî, hikûmeta Iraqê di nava xwe de yekpare ye. Li gel gilî û gazinên ji hikûmeta Iraqê tên kirin jî, xwe heta niha parastiye. Artêşa Iraqê li dijî DAIŞ'ê serketinên girîng bi dest xistiye.
Divê neyê ji bîrkirin, DAIŞ rêxistineke bi serê xwe nîne. Li pişt vê rêxistinê hin welat hene. Alîkariyê didin wê. Nûnerê blokekê ye. Lewma serketina Iraqê li dijî DAIŞ'ê wê bibe serketina blokekê li dijî bloka din. Ji ber vê yekê, piştî DAIŞ'ê wê neyê qebûlkirin ku Başûrê Kurdistanê li cem hin dewletên herêmê cih bigire.
Em her tim dibêjin wê Iraq destûrê nede serxwebûna Kurdan. Ev rast e. Lê belê di rewşa heyî de destûreke bingehîn heye ku têkiliyên her du aliyan diyar dike û Kurdan jî ev erê kirine.
Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû û Rûhanî di hevdîtina 28'ê Mijdarê de bi taybetî bal kişandin ser yekparebûna Iraq û Sûriyeyê. DYA timî heman tiştî bilêv dike. Lewma veqetîna Başûrê Kurdistanê ji Iraqê gelekî zehmet e. Em dikarin daxwaza vê bikin, lê belê ne tiştekî ku yekser bi daxwaza me bi cih were. Lewma ji ber vê yekê dibêjim, piştî DAIŞ'ê wê dewleta Iraqê hin tiştên li Başûrê Kurdistanê qebûl neke.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîka ji ber berjewendiyên xwe dengê zêde dernaxîne û taloq dike. Eger hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê çareseriyekê nafirînin, hingî wê xeteriyên gelekî mezin derkevin pêşiya me."
DIVÊ KURD YEKÎTIYA XWE YA NETEWEYÎ AVA BIKIN
Mihemed bibîr xist, ku Kurd yek ji mezintirîn neteweyên herêmê ye, lê belê ji ber ku yekîtî di nava xwe de ava nekirine, nikare di asta dixwaze de bibe mûxatab. Mihemed destnîşan kir, ku pêwîstî bi avakirina yekîtiya neteweyî heye û got, "Beriya niha hin hewldan ji bo kongreya neteweyî hebûn. Hewldanên bi vî rengî divê îro jî hebin. Şert û mercên heyî yên Rojhilata Navîn di vî warî de derfetan pêşkêş dike. Di nava dewleta Tirk de gelek pirsgirêk hene û ev yek ji bo yekîtiya Kurdan derfetên girîng dafirîne. Eger Kurd vê rewşê bi kar bînin û yekîtiya nava xwe ava bikin, wê bandoreke xurt li siberoja Rojhilata Navîn û nexşeya siyasî bikin."
'JI BO PÊŞÎ LI YEKÎTIYA KURDAN BIGIRIN, BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DAGIR DIKIN'
Li ser dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê jî Fexreddîn Mihemed got, "Dema DAIŞ'ê xwe gihand Hewlêrê û dest bi êrîşê kir, Erdoban bersiv neda banga rêveberên Başûrê Kurdistanê. Sedema hebûna dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê, parçekirina Kurdan û pêşîgirtina li yekîtiya Kurdan e. Erdogan di dma dawî de dibêje 'Kerkûk û Mûsil ên me ne'. Weke mal û milkê xwe yê bi tapû dibîne. Hewl dide her kesî bike koleyên xwe. Bi vî mejî ber bi vî alî ve tê. Ditirse ku rojekê li Başûrê Kurdistanê yekîtiya neteweyî pêk were û ev yek bandorê li parçeyên din, bi taybetî li Bakurê Kurdistanê bike. Ditirse ku gav bi gav Bakur û Rojava bibe yek. Lewma li gorî xwe tedbîran digire. Ji ber vê yekê Rojava jî dagir dike. Hewl dide xwe bigihîne Bab û Minbicê."