Fermandariya YJA Star: Hevrê Şehîd Doza Welat bi rêzdarî bi bîr tînin
Fermandariya YJA Star, ji malbata welatparêz a Doza Welat re sersaxî xwest û soz da ku xwîna hevrêya xwe li erdê nehêlin.
Fermandariya YJA Star, ji malbata welatparêz a Doza Welat re sersaxî xwest û soz da ku xwîna hevrêya xwe li erdê nehêlin.
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Star, sersaxî ji malbata hevrêya xwe Doza Welat re xwest û got: “Hevrêya me Doza bi evînek mezin ya dozê şer kir û xwe weke Bêrîtanan afirandibû. Em êşa malbata xwe ya welatparêz ji dil û can parve dikin û soz didin ku xwîna Doza li erdê nehêlin.
Di daxuyaniya de Fermandariya YJA Star têkildarî Doza Welat eva tişt gotin: “Hevrêya me Doza di 20 salên xwe yên tekoşînê de bû şervaneke xwedî kedeke mezin. Gav bi gav di rêya heqîqeta Rêber APO’de xwe ava kiribû. Wê xwe li van çiyayên azad bi kedê hunand û bû şoreşgerek dil pak a gelê xwe û pêşenga tekoşîna jinê. Bi ruhê Zîlan û Bêrîtanan li çiyayên Kurdistanê, çiya bi çiya şerê azadiyê kir. Di tekoşîna xwe ya 20 salan de kedek bêhempa afirand. Ew bi sekna xwe ya serhildêr û bi girêdana xwe ya bi hevaltiyê re dihate nasîn. Di nava jiyan û di pêvajoyên herî zor û zehmet de dibû çavkaniya coş û moral ê, ji bo hevrêyên xwe. Bi taybetmendiyên xwe yên fermandarî bê ku xwe ji erkên rêxistinê bide aliyekê di bin her şert mercan de, li her qadên tekoşînê bar da ser milê xwe. Hevrê Doza ji erka tîm bigire heta erka qadê, fermandarî kir. Bi evînek mezin ya dozê şer kir û xwe weke Bêrîtanan afiran dibû.
Hevrê Doza ji bo cihê xwe di çeperên tekoşîna herî gerim de bigire berê xwe da Amedê. Li hemberî êrîşên dewleta Tirk a mêtinger a tunekirina gelê Kurd û tevgera me, heval Doza bi şer kirinê bersîv dide. Li ser wê esasî bi rengekî herî çalak û bi rûhekî canbexşane beşdarî pêngava şerê gelê şoreşgerî bû. Bi biryardariyek mezin bi erkên demê radibe. Ji çiyên Araratê heta Amedê rêwîtiya xwe ya tekoşîna şoreşgerî bê rawestandin domand û xwe di nav dilê hevriyên xwe û çiyayên Kurdistanê de neqişand. Em carek din li hemberî keda hevrê Doza bejina xwe ditewînin û dibêjin heta misogeriya jiyana azad a Rêber APO û gelê me neyê kirin, em soz didin şehîdên xwe ku wê tekoşîna me bidome. “