Aslan: Darbe di şexsê Kurdan de li dijî tevahî gelan hatiye kirin
Parlamenterê HDP’ê yê ji pêkhateya Ereb Mehmet Alî Aslan got ku êrîşên Qesrê ne tenê Kurdan, ji ser HDP’ê tevahî gelan dike hedef.
Parlamenterê HDP’ê yê ji pêkhateya Ereb Mehmet Alî Aslan got ku êrîşên Qesrê ne tenê Kurdan, ji ser HDP’ê tevahî gelan dike hedef.
Parlamenterê HDP’ê Mehmet Alî Aslan ku bi nûnertiya gelê Ereb hat hilbijartin, destnîşan kir ku rengekî didin ku darbe li dijî Kurdan pêk hatiye, lê li dijî tevahî gelan e.
Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Alî Aslan têkîldarî êrîşên qirkirina siyasî ya AKP-Qesrê pirsên ANF’ê bersivandin.
Gelo wê rast bibe ku em bibêjin pêla êrîşên heyî tenê Kurdan dike hedef?
Niha êrîşên desthilatdariya heyî yên li dijî HDP, DBP, hilbijartiyan, ne tenê gelê Kurd dike hedef. Desthilatdarî wisa propagandaya li rojavayê Tirkiyeyê dike û bi manîpulasyonan ve dixwaze her cure bingehê ji bo êrîşên li dijî Kurdan amade bike. Hikûmet van sepanînên herî hovane, antîdemokratîk mîna tenê li dijî Kurdan pêk tê pêşkêşî civaka Tirk dike, hewl dide bertekan asteng bike. Jixwe wek me diyar kir, ev li ber çavên civaka Tirk nêrîneke ku çi bê serê Kurdan bila bê rewa ye hatiye avakirin. Lê, rastî ne tenê bi vê ve sînordar e. Îro ne tenê li dijî gelê Kurd, li dijî tevahî beşên civakê, bi taybet jî li dijî gelên Kurdistanî bi awayekî cîdî sepanînên zext û faşîzmê heye. HDP û DBP’e jî tevahî gelan temsîl dike, nûnertiyên Ereb, Ermenî, Tirk, Tirkmen, Mihallemî, Azerî û Suryanî dike.
Ev şer û sûcê mirovahiyê ye ku bi ser HDP û DBP’ê li dijî tevahî van gelan tê pêşxistin, bi rengekî ku tenê li dijî Kurdan pêk tê jî pêşkêşî civaka Tirk tê kirin. Ji civaka Tirk re dibêjin “Jixwe Kurd dijminê me ne, hûn jî li beramberî van êrîşên li dijî wan ji bo welêt bêdeng bimînin” û dixwazin civaka Tirk jî bikin hevkarê vî sûcî.
‘LI DIJÎ GELAN BÛN YEK’
HDP, ew partiya ye ku li Meclîsê herî zêde rengan di nav xwe de dihewîne. Qesr, AKP û hevkarên wan MHP-CHP’ê dema dîtin HDP’ê ew gelên ku domahiya komarê asîmîle dikirin, înkar dikirin li xwe kom kir, vê carê bi hev re li dijî HDP’ê dest bi pêla êrîşê kirin. Ev Qesr û hevkarên wê piştî ku HDP tevahî gel veguhest Meclîsê gotin, “Kurdan, Ermenî, Suryanî, Elewî û gelên din ên ku me digot tinebûne dîsa anîn ser dikê” û bi vî şiklî jî HDP kirin hedefa êrîşan.
Niha AKP û Qesrê di xewnek şîrîn de ne, lê wê bên şiyarkirin. Ti derfetekî din nîne, gel wê hesabê ji vê faşîzmê bixwazin.
Hûn girtina parlamenter û hevşaredaran çawa dinirxînin?
4’ê Mijdarê darbeyek e, dîlgirtina parlamenterên me û dûvre jî dagirkirina qeyûman, pêkanîna bernameyekê ye. Ev darbeya ku AKP û Qesrê pêk aniye, bêhempa ye. Dema darbekarên 28’ê Sibatê Tayîp Erdogan ji şaredariyê girtin û avêtin hepsê jî li şûna wî qeyûm bi cih nekirin. Darbekarên 28’ê Sibatê tenê kesek û şaredariyek kirin hedef. Darbekarên 28’ê Sibatê destlênedana Merve Kavakçi rakirin û ew negirtin. Lê, desthilatdariya niha ku derewên mîna bi darbeyê re têdikoşe dibêje, li gel hevserokên me yên giştî parlamenterên me û bi dehan hevşaredarên me girtin û şaredariyên me niha xesp kirine.
‘BI MÊTINGERIYA DI HIKMÊ QANÛNÊ DE’
Hemû ev kiryar bi rêya BDQ’ê, bi pêş ve diçe…
AKP, van hemûyan weke ku me ‘Bi mêtingeriya di hikmê qanûnê de’ bi nav kirî bi rê ve dibe! Çima mêtingerî? Hz. Omer dema ku dibe Misilman û şûn de dibêje; ‘Ez dema ku tiştekî tînim bîra xwe, pir kenê min tê. Me bi helwayê hevîr distra û pût jê çêdikirin, me bîat ji wan re dikir, piştî ku birçî jî dibûn me ew dixwarin. ‘ rewşa desthilatdariya niha jî dişibe wê rewşê. Destûra bingehîn bi dest xwe ava kirine, lê dema ku birçî dibin wê destûra bingehîn dixwin, bin pê dikin! distûra bingehîn a ku bi destê xwe avakirine pêk nînin; dema ku tengav dibin qebûl nakin. Her tişta ku derveyî qanûnê be mêtingerî ye.
‘NE XWEDIYÊ VAN AXAN IN; WÊ BIÇIN’
Hûn ji bo qeymeqam û waliyên ku kirin qeyûmê şaredariyan çi dibêjin?
Qeymeqam û waltiyên ku qeyûmî ji şaredariyan re kirine ne xwediyê van axan in, weke qeymeqam û waliyên mêtinger bi zorê bi rêyên hêzê hatine wezîfedarkirin. Di dilê gelê me de cihê wan nîne. Ew vê xakê weke ya xwe nabînin û pêkanînên mêtingeriyê dikin. Em bi salan in li ser vê xakê dijîn û em ê dewam jî bikin. Wan ev der heq nekirine, zû yan dereng wê vê vîna gel qebûl bikin û wê biçin.
Planeke Sedam hebû, planên dîktatorên din jî hebûn. Lê çi bû, yên ku xwestin bi dar ve bikin, bi dar ve kirin. Sedam jî xwest serokên Kurdan bi darve bike, lê bi xwe hate darvekirin. Em wek kesayetên têkoşîna mafdar a gelê mazlûm û mexdûr, teqez em ê bi ser kevin û demokrasiyê bînin vî welatî û ji vî zalimî hesabê bixwazin.