Leşkerekî din bi gumanbarî mir

Leşkerê bi navê Seyhmûs Karalar ê 10 meh in li Sêrtê leşker bû, bi rengî bi guman jiyana xwe ji dest da.

Şeyhmûs Karalar, ku 10 meh bû li Fermandariya Alayê ya Dihê leşkerî dikir, bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Karalar ê ji navçeya Dîgor a Qersê ye, danê vê sibehê birin servîsa lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê.

Rayedarên leşkerî ji malbata Karalar re ragihandin, ku kurê wan li Sêrtê di servîsa lezgîn de ye û divê bên Sêrtê. Piştre ji wan re gotin, Karalar miriye.

Malbatê da xuyakirin, ku di dema otopsiyê de hatiye dîtin ku bedena Karalar werimiye û ew bi gumanin ku hatibe kuştin.

Rayedarên nexweşxaneyê û leşkerî hê jî sedema mirina Karalar ji malbatê re ranegihandine. Her wiha rapora otopsiyê jî teslîm nekirine.