Cenazeyê gerîlayê TÎKKO Karakoç hate veşartin
Cenazeyê gerîlayê TKP/ML TÎKKO Hasan Alî Karakoç ê li herêma Alîbogazi tevî 3 hevalên xwe di şer de jiyana xwe ji dest da, li Xozadê hate veşartin.
Cenazeyê gerîlayê TKP/ML TÎKKO Hasan Alî Karakoç ê li herêma Alîbogazi tevî 3 hevalên xwe di şer de jiyana xwe ji dest da, li Xozadê hate veşartin.
Ji bo Karakoş (Aşkin) li Mala Cem a Xozadê merasîmek hate lidarxistin. Cenazeyê Karakoç ji morga Mala Cem hate rakirin û bi qîrîna dirûşmên "Şehîdên şoreşê namirin", "Hezar silav ji berxwedêr û cangoriyên li Dersîmê re" anîn qada merasîmê. Piştî lê hat helalkirin, cenaze anîn Goristana Şaredariya Xozadê.
Girseya gel li pêşiya goristanê darbesta cenaze hildan ser milan û bi qîrîna dirûşma "Şehîd namirin" anîn cihê lê bê veşartin. Li dû deqeyeke rêzgirtinê Parlamenterê HDP'ê yê Dersîmê Alîcan Onlu axivî û got, "Li vê axê, bi qasî zilmê berxwedan jî hatiye dîtin."
Malbata Karakoç û nûnerên Partîzan jî dan xuyakirin, ku divê li dijî faşîzmê têkoşîneke hevpar were meşandin.
Piştî axaftinan, cenaze hat veşartin û girseya gel qurnefîl danî ser gorê.