Bayik: Divê Kurd êdî bi dewleta Tirk re nejî

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir, ew hatine qonaxa azadiyê û bang li Kurdan kir, ku êdî bi dewleta Tirk re nejî. Bayik got, "Divê Kurd ji her alî ve têkiliya xwe ya bi sîstemê re qut bikin."

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bû mêvanê bernameya Rojeva Welat a Stêrk TV û gelek mijarê di rojevê de ne nirxand.

Bayik ji ber wefata şoreşgerê efsanewî yê Kubayê Fîdel Castro serdaxî li gelê Kubayê, hemû bindestan û şoreşgeran re xwest û got, "Castro mirovekî hêja bû. Rêberek bû." Bayik destnîşan kir, ku Castro mohra xwe daniye binê siyaseta sedsala 20'an û got, "Castro di dîrokê de bû xwedî cihekî taybet. Fîdel Castro û Che Gûevara di heman demê de bandoreke xurt li gelê Kurd jî kirin."

Bayik parêzvanê mafên mirovan Tahîr Elçî ê di 28'ê Mijdara 2015'an de li Amedê hate kuştin bibîr anî û got, "Ji bo rastî eşkere nebin, bi plan Tahîr Elçî kuştin. Di şexsê tahîr Elçî de xwestin baroyên hiqûqê bêdeng bikin."

Bayik diyar kir, têkoşîna ji bo ronîkirina bûyera kuştina Tahîr Elçî têkoşîneke pîroz e û divê bidome.

GELÊN EWROPAYÊ XWEDÎ LI TÊKOŞÎNA GELÊ KURD Û PKK'Ê DERDIKEVIN

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik biryarên du dadgehên Elmanya û Belçîkayê, ku PKK weke 'rêxistina terorê' pênase nekirin, nirxand û got, "Gelê me ti carî li dijî Ewropayê tênekoşiya. Gelê me yê li Ewropayê mafên xwe yên demokratîk bi kar tînin."

Bayik işaret bi têkoşîna PKK'ê ya li Şengal û Rojava kir û anî ziman, PKK tevgereke ku ji bo azadiyê têdikoşe. Bayik wiha dewam kir: "Gelên Ewropayê xwedî li têkoşîna PKK'ê û gelê Kurd derdikevin. Vê rewşê bandor li hin dewletên Ewropayê jî kir. Bandor li dadgehên wan jî kir. Dewletên Ewropayê wê bi demê re vê rastiyê baştir fêhm bikin."

Bayik biryara Parlamenta Ewropayê ya li ser sekinandina danûstandinên endametiya bi Tirkiyeyê re nirxand û got, "Binpêkirina mafên mirovan gihîşt wê radeyê, ku êdî bêdengî jê re nedibû. Eger bêdengî dewam bikira, wê gelên Ewropayê qebûl nekira."

Bayik bal kişand ser şantaja Tirkiyeyê ya bi penaberan û yekîtiya Şangayê dixwe û destnîşan kir, ku divê Yekîtiya Ewropa û NATO bi vê şantajê nexapin.

DI BE KU AQÛBETA TIRKIYEYÊ BIBE MÎNA YA OSMANÎ

Cemîl Bayik krîza aborî û siyasî ya li Tirkiyeyê jî nrixand û got, "AKP hewl dide xwe xurt nîşan bide, lê rastî ne bi vî rengî ye. Bi MHP'ê re faşîzmê sor dike. Pirsgirêkên ku ev rê li ber vedikin, gelekî mezin e û kûr e.

Di nava AKP'ê de nakokiyan dest pê kir. Ev siyaset wê Tirkiyeyê bi ser nexîne. Eger di vê de israr bikin, wê xeteriyên mezintir derkevin pêşiya Tirkiyeyê. Aqûbeta Osmaniyan çi bû, wê ya wan jî bi heman rengî be."

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê banga seferberiya tevgera Kurd a li dijî êrîşan nirxand û diyar kir, li Rojhilata Navîn hê hevsengî ava nebûne û got, "Mafê Kurdan e, ku ji her kesî bêhtir di nava hevsengiyên nû de cih bigirin."

'KURD WÊ DI NAVA HEVSENGIYÊN NÛ YÊN ROJHILATA NAVÎN DE CIH BIGIRIN'

Bayik destnîşan kir, ku Kurd wê di nava vê hevsengiya nû ya şerê parvekirinê de cih bigirin û anî ziman, rejîma AKP'ê li dijî vê yekê dest li her alî werdide.

Bayik wiha dewam kir:

"Rêxistinên Kurd, çi mezin çi jî biçûk; lazim e bi lezgînî li hev bicivin û dest bi nîqaşên li ser pêkanîna yekîtiyê û kongreyê bikin. Eger ev pêk were, wê xeterî kêm bibin. Derfetên serketinê jî wê ji xeteriyan zêdetir bin."

Li ser êrîş û israra Tirkiyeyê ya mijara Babê jî Bayk ev nirxandin kir:

"Hedefa wan ne DAIŞ e. Hedefa wan Hêzên demokrasiyê ye, ku Kurd di vir de hêza bingehîn e. Hewl didin Kurdan bêbandor bikin û nehêlin demokrasî bi cih bê.

DAIŞ li ku derê tengav bibe, Tirkiye yekser li wir derikeve holê. Alîkariyê dide DAIŞ'ê. Eger DAIŞ ji holê bê rakirin, wê Tirkiye nikaribe di vê astê de li dijî hêzên demokrasiyê û parêzvanên azadiyê şer bike."

'EM SERKETINA HILBIJARTINÊ YA TRÛMP PÎROZ DIKIN'

Bayik da zanîn, divê gelê başûrê Kurdistanê li ber hewldanên dagirkerî û mêtîngeriya Tirk rabin.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di dewama axaftina xwe de, serketina Donald Trûmp a di hilbijartinên serokatiya DYA de nirxand û got, "Em Trûmp pîroz dikin. Em gelê Amerîkayê yê hilbijartin pêk anî pîroz dikin. Em hêvîdar in wê Trûmp hem ji bo gelê xwe, hem jî ji bo mirovahiyê polîtîkayeke xurt bimeşîne. Ji xwe polîtîkayên DYA bandorê li tevahiya cîhanê dike. Bêguman bandorê li me jî dike. Îro li Rojhilata Navîn şerekî giran diqewime, guhertin pêk tên, hevsengiyên nû ava dibin. Amerîka jî li vir e. Rûsya û hêzên din jî li vir in. Em parçeyekî Rojhilata Navîn in û Kurdistan bingeha Rojhilata Navîn e. Her siyaseta li ser Rojhilata Navîn bandorê li Kurdan û PKK'ê jî dike. Siyaseta PKK'ê jî bandorê li tevahiya Kurdistanê û Rojhilata Navîn dike. Em hêvîdar in wê di siyaseta DYA ya li ser Rojhilata Navîn de hesabê Kurdan bikin. Em bawer in wê bibîne ku çi zilm û neheqî li Kurdan hatiye kirin, siyaseteke bi çi rengî ya qirkirinê li dijî Kurdan hatiye meşandin û Kurd li dijî vê çawa têdikoşe. Em bawerin wê bi rengekî rast nêzî Kurdan û PKK'ê bibe. Tirkiye, ji bo Trûmp bi ser nekeve dixebitî. Dema Trûmp bi ser ket, niha jî li ser difikire bê çawa bandorê lê bike."

'DIVÊ GELÊ ME ÊDÎ BI DEWLETA TIRK RE NEJÎ'

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik herî dawî ev mesaj da:

"Divê gelê me zanibe, em êdî gihîştine asta azadiyê. Lewma şer di asteke dijwar de dimeşe. Pêwîste gelê me êdî bi dewletê re nejî. Ji her alî ve têkiliya xwe ya bi vê sîstemê re bibire. Eger bibire, wê ev sîstem zû hilweşe."