Operasyona Deriyê Dawetiya: Leşkerên Tirk hatin têkbirin

Hêzên gerîla ku operasyona artêşa Tirk a 23'ê Cotmehê ya li Deriyê Dawetiya şikandin, gotin "Di têkoşîna azadiyê de em bi biryar in."

Operasyonên dewleta Tirk ên ji bo qedandina tevgera PKK'ê û dewamkirina mêtîngeriya li Kurdistanê, didomin. Di van operasyonan de artêşa Tirk derbên giran dixwe. Yek ji operasyonên ku artêşa Tirk derba giran jê xwar, Operasyona Deriyê Dawetiya ye. Artêşa Tirk di sibeha 23'ê Cotmehê de li herêma Deriyê Dawetiya ya navçeya Qilaban a Şirnexê dest bi operasyonekê kir û ji hêzên gerîla derbeke xweş xwarin. Piştî vê derba giran, hêzên artêşa Tirk neçar man di roja duyemîn de xwe ji operasyonê vekişînin. Di operasyonê de gelek leşker mirin.

Gerîlayên HPG'ê yên tevlî çalakiyên li dijî Operasyona Deriyê Dawetiya bûn, ji ANF'ê re axivîn.

'EM BERÊ BI OPERASYONÊ HESIYAN'

Gerîlayê HPG'ê Serhildan Gimgim da xuyakirin, ku cerdevan jî tevlî operasyonê bûn û qala roja destpêkê ya operasyonê kir:

"Operasyonê di sibeha 23'ê Cotmehê de dest pê kir. Em berê bi operasyonê hesibaûn. Lewma me bi lez û bez plansaziyek amade kirin. Me xwe kir du kom. Koma destpêkê wê li dijî leşkeran şer bikira, koma din jî wê biparasta. Li ser bingeha vê plansaziyê em ketin nava tevgerê. Û şerê li dijî leşkeran dest pê kir. Vî şerî çar, pênc saetan dewam kir. Artêşa TC a ku di şer de derba giran xwar û gelek kuştî da, xwe vekişand."

Gerîla Gimgim diyar kir, dewleta Tirk li her devera Kurdistanê operasyon daye destpêkirin, di van operasyonan de derbên giran ji gerîla dixwe, van derban ji raya giştî vedişêre, bi nûçeyên derewîn hewl dide gel bixapîne û got, "Bila dijmin vê baş zanibe; em di têkoşîna xwe de bi israr in. Ew çiqasî êrîş bikin, em ê wan têk bibin û van çiyayan li wan bikin zîndan. Artêşa Tirk şerekî bê exlaq dimeşîne û bi hêza teknîkê piştrast e. Çawa ku me xwe ji tinebûnê afirand, em dizanin bi çi rengî teknîkê bitevizînin."

'ME BI RUHEKÎ CANBEXŞANE ŞER KIR'

Gerîlayê HPG'ê Kerîm Amed jî li ser serketina xwe wiha axivî: "Ji ber ku em berê bi operasyonê hesiyan, avantaja me hebû. Ew hatibûn êrîş bikin. Lê me yekser êrîş kir. Di demeke ku ew ne li bendê bûn, me xwe berdan nava wan û derbên giran li wan xist. Şoq bûn. Di roja destpêkê de bi gavekê xwe vekişandin. Di 24'ê Cotmehê de careke din operasyon dewam kirin. Piştî bikaranîna teknîkê xwestin bikevin nava herêma Deriyê Dawetiya. Hemû hevalan bi ruhekî canbexşane şer kirin û operasyona dijmin têk birin. Artêşa ku di vê operasyonê de bi ser neket, ji ber derba ji gerîla xwar, xwe vekişand. Hem gelek kuştî da, hem jî biryardarî û cesareta gerîla careke din dît."

'JI BO AZADIYA RÊBERÊ ME Û GELÊN ME'

Gerîlayê HPG'ê Sofî Berbang destnîşan kir, ku mîna Operasyona Deriyê Dawetiya, ew ê bersiveke xurt bidin hemû operasyonên dijmin û çalakiyên gerîla jî li gorî dema bihurî zêdetir bibe. Gerîla Berbang li ser asta biryardariyê ya gerîla ev tespît kir: "Em li dijî dewleta TC a mêtînger şerekî mafdar dimeşînin. Em di şerê xwe de bi israr in. Kî dibe bila bibe, yê li pêşiya azadiya me bibe asteng, em ê li dijî wî şer bikin. Têkoşîna me ya azadiyê, heta serketinê wê bidome. Gerîlayên PKK'ê wê ji bo welatê xwe, Rêberê xwe, gel û hemû gelên demokratîk heta dilopa dawî ya xwîna ser şer bikin."