‘Ji bo Roboskiyê edalet, berpirs bên darezandin’

Malbatên Roboskî, vê hefteyê jî li ser gorên zarokên xwe daxwaza xwe ya edaletê dubare kirin.

Li gundê Roboskî ya Qilaban a Şirnexê di 28’ê Kanûna 2011’an de 34 welatî ji aliyê balefirên Tirkiyeyê ve hatibûn gulebarankirin û hatibûn qetilkirin, malbatên Roboskî di hefteya 257’emîn a komkujiyê de ji bo dadê hatin cem hev.

Di daxuyaniy Pêncşemê ya li ser Goristana Roboskê de ligel barana dibarî jî malbatan pankarta “Ji bo Roboskê edalet û bila kujer bên dadgehkirin” vekirin û Serokê Komeleya Roboskê Velî Encû daxuyaniyek da. Encû, Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî yê ku şopdarê gelek kuştinên kiryar ne diyar ên wekî Roboskê bû, bibîranî.

Encû, destnîşan kir ku şewata li Aladaga Edeneyê ji ber polîtîkayên bêceza hiştina dewletê pêk hatiye û wiha got: “Piştî şewatê 48 saet derbas bûn lê hê jî ti kesî îstifa ne kiriye. Hê jî kesên destpêkê yên ku dibin sedema van îhmalan nayên darizandin û cezakirin. Ev pergala bêcezahiştin û bêberpirsyariyê heta neyê gûhertin wê mirin û êşên wiha berdewam bikin.”

Encû, diyar kir ku berpirsên qetlîaman nayê darizandin lê parlamenter hatine girtin û wiha anî ziman: “Ev meheke bi biryarek siyasî û bêhiqûqî Ferhat Encû hatiye girtin. Em bang xwe ya berdana Encû û parlamenterên me yên din vê hefteyê jî carek din dubare dikin.”