Qeyûm wesayîtên gel pêşkêşî polîs û baxçe jî pêşkêşî miftiyan dike

Qeyûmê ku Şaredariya Kerboranê dagir kir, wesayîtên aîdî şaredariyê xiste xizmeta emniyetê, baxçeyê şaredariyê jî radestî Miftiya navçeyê dike.

Hevseroka Şaredariya Kerboranê Zeynep Sîpçîk, dema ku hate girtin û şandin girtîgehê, 11’ê Îlonê Qeymeqam Mehmet Yaşar Yeşîltaş weke qeyûm wezîfeyî şaredariyê hate kirin. Pişît kû Yeşîltaş weke qeyûm hate erkdarkirin û şûn de karê wî yê yekem 2 wesayît xiste ximeta polîsan. Qeyûm Yaşîltaş, baxçeyê aîdî avahiya şaredariyê jî xwe amade dike kû pêşkêşî Miftiya navçeyê bike.

BI RÊYÊN NE QANÛNÎ PÎLAQEYÊN WESAYÎTAN GUHERTIN Û DEWRÎ POLÎSAN KIR

Piştî ku qeyûm şaredarî dagir kir û şûn de hemû xebatên hevşaredarê bi vîna gel hatî hilbijartin rawestand, hemû ximetên xwe xiste berjewendiyên emniyet û miftiyê. Wesayîta bi marqeya 47 LG 990 Passat û wesayîta bi marqeya Toyota 47 LE 700 ku ji aliyê hevşaredarê ku bi vîna gel ve hatî hilbijartin dihat bikaranîn teslîmî polîsan kir, pîlaqeyên wesayîtan jî bi rêyên neqanûnî jî guhertin. Wesayîtên ku pîlaqeyên wan hatin guhertin ji aliyê polîsan ve tê bikaranîn.

BAXÇEYÊ ŞAREDARIYÊ JÎ DIDIN MIFTIYÊ

Baxçeyê şaredariyê yê ku di dema hevserokatiya şaredariya DBP’ê de dixwest ku ji aliyê miftiyê ve bê xesp kirin û li ser bertekên gel hate astengkirin, bi hatina qeyûm re pêşkêşî miftiyê dike. Baxçeyê şaredariyê yê ku ji aliyê qeyûm ve kete îmarê û xebatên îfrazê temambûn radestî miftiyê bike.

GEL BI BERTEK IN

Radestkirina wesayît û baxçeyê şaredariyê ku ji aliyê qeyûm ve hate pêkêşkirin di nava gel de rê li ber bertekan vekir. Gel diyar kirin ku qeyûman xebatên xwe yên têkildarî gel dane rawestandin û bûne saziyên ku di xizmeta desthilatdariyê de.

Ji welatiyên Kerboranê M.D anî ziman ku qeyûm bi radestkirna vîna gel têr nebû, niha jî dest danîne ser wesayît û milkê aîdî gel. M.D bibîr xist ku qeyûman nas nakin û wê li dijî xespkirina vîna gel têkoşîna xwe dewam bikin. M.D got: “Heta dawiyê em ê li ber xwe bidin.”

L.K jî weke jin bertek û nerazîbûnên xwe yên li dijî kiryarên qeyûm anî ziman û got: “Hevseroka me ya jin hate girtin, wesayît radestî polîsan, baxçeyê şaredariyê jî ji aliyê qeyûm ve tê xwestin ku radestî miftiyê bikin. Ev zilim û bêhiqûqî namîn ji wan re.”