Ji HPG'ê daxuyaniya li ser şer û çalakiyan

HPG'ê li ser şer û çalakiyên li navçeyên Çelê û Şemzînanê yên li Colemêrgê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û liv û tevgera leşkerî ya rojên dawî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Navendê diyar kir, hêzên wan roja 29'ê Mijdarê bi hawanan li leşkerên li ser girê Koordîne yê li navçeya Çelê xistin, lê encama vê çalakiyê nehat zelalkirin.

Li gorî daxuyaniyê, heman rojê li dijî leşkerên li girê Koordîne çalakiyeke sûîqestê hatiye kirin û di encamê de leşkerek hatiye kuştin.

Gerîlayên HPG/YJA Star'ê roja 30'ê Mijdarê jî bi çekên giran li çeperên leşkerên li girê Koordîne xistin, lê encam zelal nebû.

Navendê da zanîn, di heman rojê de konvoyek ji 40 maşînên leşkerî ji girê Şehîd Cahîd ê Çelê berê xwe daye gundê Ertûş û li derdora vî gundî bi cih bûye. Beşeke girîng a leşkerên vê konvoyê, derbasî herêma Girê Elîşêr bû.

Operasyona artêşa Tirk a li qada Zerzan a Şemzînanê jî roja 28'ê Mijdarê bi rengekî binketî qediya."