Mîna madenê çîrokên wan jî weke hev in: Taşeron û xizanî
Di ser hezaza kana Cînerê re, 360 saet derbas bûn ku 16 karker di binê axê de man. Ji karkrean Yavûz Yildiz, Halîl Başer, Îbrahîm Kilinç û Nûsret Beyza Alma hê di binê axê de ne.
Di ser hezaza kana Cînerê re, 360 saet derbas bûn ku 16 karker di binê axê de man. Ji karkrean Yavûz Yildiz, Halîl Başer, Îbrahîm Kilinç û Nûsret Beyza Alma hê di binê axê de ne.
Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi maşînên kar û karkerên dildar dwam dikin. Gelo mirov çawa dikarin li bendê bimînin ku ewladê mirovan ji binê axê were derxistin? Kî dikare li ber vê êşê îdare bike?
Dost, heval, xizm kê bihîst, yekser hatin cihê madenê.
Li pêşiya herêma madenê kontroleke tund heye. Li pêşiya navçeyê jî bendên kontrolê hatine danîn. Kon û herêmên malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane lê ne, ji aliyê leşkeran ve hatine dorpêçkirin. Kî çi dibêje, çi dike; her tiştî kontrol dikin.
Îro li gorî rojên din hê sar e. Xebatên lêgerîn û rizgarkirina 4 karkerên di binê axê de ne, dewam dikin. Barana ku nîvro dest pê kir, malbatan ditirsîne ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê lawaz bike.
Bi dehan 'wezîfedarên ewlekariyê' yên li derdorê, ji bo hevpeyvîn û nûçe neyê çêkirin, çi ji destê wan tê dikin. Ez yekî ji wan dipirsim 'eger yekî ji karkerên mirin xizmê te bûya, te yê çi bikira'. Dema bersiva 'pismamê min hê di binê axê de ye' dide, tenê dikarim li çavê wî binêrim. Gelo mirov ewqasî bêrehm bûye, ev bêwijdaniyeke çawa ye...
Yek ji karkerên di binê axê de ye Îbrahîm Kilinç ê 22 salî ye ku 6 meh berê zewicîbû. Malbata Kilinç li ber êgir rûniştiye û li xebatên lêgerîn û rizgarkirinê temaşe dike. Dayika wî, hevsera wî êdî ji hal ketine; xizmên xwe yên li Xizxêrê şandine malê. Apê wî dibêje "Êdî hêviya me nema ye" û wiha dewam kir: "Bi rojan e em li vir in, êdî hêza me nema ye. Şensê bi saxî derkeve, nema ye. Mirov dikare heta vê wextê di binê vê axê de bijîn? Ji bo hêviya hevser û dayika wî neşikê, me ew şand malê. Dema dozger axê radike, mîna ku perçeyekî ji me jî bi xwe re radike. Hê nû zewicî bû, em bi rojan e li bendê ne. Medyayê ragihand ku hemû hatine rizgarkirin, lê derewan dike. Qet nebe rastiyê binivîsînin."
Malbatên li dora êgir civiyane, bi bêdengî li benda agahiyekê ne. Mirov xweşhaliya xwe fedî dikin. Dema mirov hewl didin fêhm bikin, bar gelekî giran dibe. Hema hema her kesên li vê şîrketê dixebitin, xizmên hev in. AFAD ji ber ku 'xetere' ye tevlî karê lêgerîn û rizgarkirinê nabe. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê ji aliyê karkerên dildar ve tên meşandin.
Malbat, dema yekî xerîb dibîne hema tê cem û derdê xwe jê re dibêje. Ji bêdengiya çapemeniyê gazinan dikin û dibêjin "gelo qedera Kurdan ev e". Muhlîs Acar dibêje, "Ev der Sêrt e. Mirî li vê derê bi rêzdarî tên bîranîn. Gelo Kurd kengî weke mirov hatine dîtin! Zarokên me bi rojan e di binê axê de ne. Em hewl didin bibin dermanê xwe. Em bi kepçeyên xwe li mirovên xwe digerin. Makîneyeke kar a dewletê li vir nîne. Têra xwe leşker û polîs anîne vê derê. Û bi dorê rayedarên dewletê tên. Lê tenê nexweşiyê dixe nava me."
Her kes ji bo barandina rondikan amad eye. Tevahiya rojê li çiyayê li pêşberî xwe temaşe dikin. Çav û guhê wan li agahiyekê ne. Ya rast çîroka hemûyan weke hev e: xizanî û taşeronî.. Em li kîjan çîrokê guhdarî bikin, hemû dişibin hev.