Şaredariya Milazgirê jî hate desteserkirin
Li Şaredariya Milazgirê Qeymeqamê Tirk ê li navçeyê Soner Kirli weke qeyûm hat bicihkirin.
Li Şaredariya Milazgirê Qeymeqamê Tirk ê li navçeyê Soner Kirli weke qeyûm hat bicihkirin.
Piştî ku Hevşaredarê navçeya Milazgir a Mûşê Halîs Coşkûn bi îdîaya "endametiya rêxistinê" û "alîkariya rêxistinê" hate girtin, li şûna wî Qeymeqamê Tirk ê li navçeyê Soner Kirli weke qeyûm hat bicihkirin.
Walîtiya Tirk a li Mûşê bi daxuyaniyekê ragihand, ku wan Kirli weke qeyûm li Şaredariya Milazgirê bi cih kirine.