MLKP/Kurdistan: Wê çekên wan bêxwedî nemîne!
MLKP’ê têkîldarî gerîlayên TKP/ML-TÎKKO yên ku li Dersîmê jiyana xwe ji dest dan daxuyaniyek da û got; “Em ê silteya bazirganan, dîktatoran hilweşînin.”
MLKP’ê têkîldarî gerîlayên TKP/ML-TÎKKO yên ku li Dersîmê jiyana xwe ji dest dan daxuyaniyek da û got; “Em ê silteya bazirganan, dîktatoran hilweşînin.”
MLKP’ê têkîldarî gerîlayên TKP/ML-TÎKKO yên ku li Dersîmê jiyana xwe ji dest dan bi sernivîsa “Wê çekên wan ti carî bêxwedî nemîne” daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Dîktatortiya faşîst a mêtinger, ji bo têkoşîna me ya azadiyê û sosyalîzmê bifetisîne şerekî topyekun dimeşîne. Kevir, çiyayên Kurdistanê bombe dike, ji her temenî mirovên me qetil dike, li gel êrîşên cinsiyetparêz ên li dijî cenazeyên hevalên me yên gerîla yên şervanên azadî, her cure êşkenceyê bi pêş dixe, nûnerên siyasî yên gelê me digre, dest datîne li ser saziyên wê yên polîtîk. Li Rojava, li gel çeteyên DAÎŞ û yên din, sûcên nû tevlî yên berê dikin. Hewl dide Rojava dagir bike. Bi nemerdî êrîşî mafê jiyanê yên gelê me dike û xesp dike.”
‘AXA BERXWEDANÊN DESTANÎ…’
Di daxuyaniyê de hat îfadekirin ku AKP, jin, karker, kedkar, ciwanan dike hedef û wiha domand;
“Dîktatortiya faşîst û AKP, li dijî tevahî beşên civakî yên têkoşîna azadî û demokrasiyê didin terorek faşîst pêk tîne.
Yên li dijî van êrîşên har ên faşîzmê berxwedêr jî hene şervan jî hene ku li herî pêş ala rûmet û azadiyê bilind dikin. Her bohista axa Kurdistanê bi dehan salan şahidî ji berxwedanên destanî, bi rûmet ên şoreşgeran, komunîstan kir. Xeleka dawî ya vê berxwedana lehengî, gerîlayên TKP/ML TÎKKO Ersîn Erel û Hasan Karakoç in ku li Derbenda Alî ya Dersîmê nemir bûn.
MLKP’ê, di dawiya daxuyaniya xwe de peyama, ““Em ê silteya bazirganan, dîktatoran hilweşînin” da.