Qeyûmê AKP'ê li Wanê 163 karker ji kar kir

Li Şaredariya Mezin a Wanê 163 personelên din ji kar kirin.

Qeyûmê ku hatî ser Şaredariya Mezin a Wanê, Waliyê Wanê Ibrahîm Taşyapan, ji 163 personelên bi peyman re nivîs şand û got, ew ji kar hatine avêtin.

Di nivîsê de ku ji bo personelan hatibû şandin, hatiye gotin, ‘Peymana  we ya ku  wê 31. 12. 2016’an biqede ji hêla rêveberiya me ve li gorî pirbûna kar wê dîsa were nirxandin û li gorî pêdiviyan wê biryar were dayin."

Bi vî awayî qeyûmên ku hatine ser Şaredariya Wanê û navçeyên wê di nav hefteyekê de 364 kes ji kar avêtin.