TŞYG: Em şerê xwe yê şoreşger ê yekbûyî li dijî faşîzma AKP'ê geş bikin!

Komîteya Rêveber a TŞYG'ê: Hem li hundir hem jî li derve em bi ruhê berxwedêr ê stratejîk erê xwe yê şoreşgerî geş bikin. Bi erê şoreşgerî yê yekbûyî yê gelên xwe, em faşîzmê têk bibin û bi ser bikevin.

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, hem li hundir hem jî li derve êrîşên faşîst topyekûn ên faşîzma AKP'ê zêde bûne.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser zextên li gelê Kurd, hêzên demokratîk, pêşverû, welatparêz, şoreşger, komunîst, rewşenbîr, hunermend, zanyar û kedkaran tên kirin û hat destnîşankirin, ku AKP dixwaze rewşa fîlî ya bi biryarnameyan û Rewşa Awarte afirandiye, rewa bike û veguherîne statukoyeke asayî.

TŞYG'ê da xuyakirin, ku dewleta Tirk tevî hewldanên xwe yên dagirkeriyê û şer ên li derve, li hundir jî faşîzmê sor dike û wiha dewam kir: "Li ser vê bingehê leşkerên li ser sînorê Başûr zêde kiriye û niyeta xwe ya ji bo dagirkirina Telafer-Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê eşkere dike. Li aliyê din, bi pratîka xwe ya li dijî Rojava û Sûriyeyê, mîna gurekî birçî yê şerê dagirkeriyê û dij bi şoreşê, daxuyaniyan dide ku wê bikeve nava hewldanan. Bi rêya van hemûyan dixwaze di nava Rojhilata Navîn a ji nû ve tê dîzaynkirin de bibe xwedî gotin û statuyeke diyarker. Bi polîtîkayên xwe yên qirkirina faşîst û tekparêz ên li nava welêt re, mesajê dide dewletên emperyalîst ku ji bilî wê alternatîfeke din a pê re bê lihevkirin nîne.

Li dijî her şêwe polîtîkayên qirkirinê û tesfiyeyê yên faşîzmê, divê gelên me di nava seferberiyeke topyekûn de bin. Lazim e dakevin kolan û qadan, çalakî, berxwedan û têkoşîna xwe ya aktîf-radîkal bi milîtanbûyînê mezin bikin. Girtina Hevserok, parlamenter û hevşaredaran, desteserkirina vîna mîlyonan e.  Li dijî vê darbeya faşîst, girîng e gelên me timî çalakiyan lidar bixin. Li dijî van êrîşên faşîst dij bi şoreşgerî yên dewletê, lazim e weke şervanên milîtan tevbigerin. Tevgera me ya şoreşger a yekbûyî wê bi hevrêyên jin û ciwan û bindestan re bibe yek û bi ruhê seferberiya mezin, faşîzmê têkb ibe. Baweriya me tam e û bi hêrsa çemekî dijwar, em ê li ber xwe bidin û tevî gelên xwe bi ser bikevin. Em bang li hemû gisreyên bindest, mirovên pêşverû, demokratîk û hêzên şoreşger dikin, ku li dijî êrîşên Erdogan û AKP''ê yên li derveyî welat û hewldanên dagirkeriyê, rabin ser piyan. Dem hatiye ku em bi şerê xwe yê şoreşgerî yê yekbûyî bikevin ava tevgerê û dewleta Tirk û seferberiya tesfiyeyê ya faşîst a topyekûn ji holê rakin. Beyî ku bibin hewcedarê rejîmên hevkar ên li herêmê û alternatîfên hêzên emperyalîst, em azadî û rizgariya xwe bi xwe bafirînin. Hem li hundir hem jî li derve em bi ruhê berxwedana stratejîk şerê xwe yê şoreşgerî yê yekbûyî geş bikin. Em bi şerê şoreşgerî yê yekbûyî yên gelên me, faşîzmê têk bibin û bi ser bikevin."