Demîrtaş: Ji şewata Edeneyê saziyên dewletê berpirs in
Demîrtaş têkîldarî şewata li Edeneyê ku 12 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, ji girtîgehê peyam şand. Demîrtaş bal kişand li ser îhmalan û banga vesazkirina atmosfera mirovî û perwerdeyê kir.
Demîrtaş têkîldarî şewata li Edeneyê ku 12 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, ji girtîgehê peyam şand. Demîrtaş bal kişand li ser îhmalan û banga vesazkirina atmosfera mirovî û perwerdeyê kir.
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş têkîldarî şewata wargehê ya ku li navçeya Aladag a Edeneyê pêk hat û 12 kesan jiyana xwe ji dest dan, peyam şand.
Peyama Demîrtaş ku bi rêka hevjîna xwe Başak Demîrtaş şand wiha ye;
“Di şewata navçeya Aladag a Edeneyê de 12 kesan jiyana xwe ji dest dan ku ji van 11 xwendevan in û 22 xwendevan jî birîndar bûn. Ev min ji kûrahî êşand. Ez ji miriyan re rehmet, ji malbatan re sersaxî û ji birîndaran re şifaya lezgîn dixwazim.
Xeyalên me hemûyan atmosferekî welatekî ye ku ev karesatên bi vî awayî pêk nayên. Lê mixabin, karesatên bi vî awayî, eger îhmalkariyên wisa, ev bêkontrolî, ev bêberpirsiyartî, ev nêzîkatiyên saziyên dewletê hebin wê bidomin.
Zarok hem îro hem jî siberoja me ne. Jiyana wan a di atmosferek bi tenduristî, ewlehî û bi hizûr, bê destdirêjî û destavêtin, perwerdeyek baştir û zanyartir, hem bendewariya me ye hem jî mijara me ya têkoşînê ye.
Hêvîdar im ku careke din em karesatek bi vî awayî, şermek bi vî şiklî nabînin. Wek gava yekem jî divê ji berpirsan li ber hiqûqê hesab bê xwestin. Lê ev jî têr nake. Di serî de partiya me, pêwîst e tevahî hêzên demokrasiyê, her welatiyekî me yê xwedî wijdan, ji bo atmosfereke ku zarokên me lê rehet bikin, jiyanek mirovî ya xwe karibin bi pêş bixin û perwerdeyê vesaz bikin, çi dikeve ser milên wan pêk bînin.”