Piştî ku li navçeya Pirsûs a Rihayê 33 ciwanên sosyalîst û şoreşger bi rengekî komî hatin kuştin, li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê 2 polîs bi gumanbarî li mala xwe hatin kuştin. Rejîma AKP/Qesrê ev yek weke hincet ji bo destpêkirina konsepta şer bi kar anî.
Roj bi roj agahiyên nû li ser vê bûyerê derdikevin holê. Di çarçoveya dosya dozê de, ku sosret e û 7 jê girtî 9 kes tên darizandin, rûniştina 3. a dozê roja 7'ê Mijdarê li 2. Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê pêk hat.
Têkildarî dozê, rewşeke nû derket holê. Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, Ji jorê ve nivîseke 'veşartî' ji Walîtiya Rihayê re hat û di vê nivîsê de fermana "Dosya Serêkaniyê bigire" ji Walîtiyê re tê dayîn.
Ev agahiya dawî ya ji Walîtiyê re hat û ji aliyê personelekî walîtiyê ve hat eşkerekirin, nîşan dide ku lîstikek bi çi rengî kûr û qirêj li ser bûyera Serêkaniyê hatiye lîstin. Hat ragihandin, piştî vê nivîsê Walîtiya Rihayê ji bo girtina dosyayê kete nava hewldanan.
TÊKILIYA MENDERES ATÎLLA BI BÛYERÊ RE
Di vê dosyaya ku nakokî gelek in, parêzerên bersûcên bi girtî tên darizandin, ji bo ronîkirina bûyerê gelek caran serlêdan kirin, lê ti ji van serlêdanan ji aliyê dadgehê ve nehatin qebûlkirin. Derket holê ku her du polîsên hatin kuştin, parêzvanên Şaredarê AKP'ê yê li Serêkaniyê Menderes Atîlla bûn, ku navê vî kesî di karên qirêj ên dewletê de gelek caran ket rojevê. Ev yek jî asta qirêj a vê lîstikê radixe pêş çavan. Yek ji van polîsên parastina Menderes Atîlla dikir, derket holê ku têkiliya xwe yekser bi çeteyên El Nûsra re heye.
Dewletê hewl da vê bûyera Serêkaniyê bixe stuyê PKK'ê û ji xwe re kir hinceta qedandina pevajoyê. HDP û CHP'ê li Civata Giştî ya Meclîsê pêşniyar kir ku ji bo lêkolînkirina bûyerê komîsyon were avakirin, lê ev pêşniyara HDP û CHP'ê bi dengên AKP û MHP'ê nehat qebûlkirin.
Ji parêzerên dosyaya vê dozê Mehmet Çelîkay li ser naveroka dozê û pêvajoya heyî ji ANF'ê re axivî.
NAKOKIYÊN NAVA DOSYAYÊ
Çelîkay işaret bi nakokiyên nava dozê kir û anî ziman, di beşeke gilînameyê de meqama dozgeriyê dibêje, polîs ji aliyê komek ji 6 kesan a ji Sûriyeyê hat ve hatiye kuştin, lê belê pêwîstî bi delîlên vê yekê heye. Çelîkay da xuyakirin, ku di heman gilînameyê de tê gotin, kiryarên eslî ew bersûcên niha girtî ne. Çelîkay destnîşan kir, ku ti ji bersûcên girtî ji Sûriyeyê nehatine û anî ziman, ev rewş yek ji nakokiyên dosyayê ye.
Çelîkay li ser çend nakokiyên din ên li nava dosyayê jî ev agahî da: "Ji dema derketina ji kar heta çûyîna malê, ti dîmenekî her du polîsên hatin kuştin, ne ji aliyê mobede ne jî ji aliyê kameraya kargehekê ve hatiye kişandin. Dîmen nîne. Wekî din, qeyda axaftina bi telefonê ya her du polîsan li dosyayê nehatiye bicihkirin. Ev yek jî nîşan dide bê komployeke çawa ya kûr û qirêj heye. Wekî din Waliyê Ruhayê heman piştî bûyerê daxuyaniyek da û diyar kir ku ew li ser hebûna kesekî sêyemîn ê bi polîsan re ye, disekinin. Ev jî nîşan dide ku polîs ne bi tenê ne. Li gorî lêkolînên hatin kirin, xwediyê marketa ku polîsên hatin kuştin berî bên kuştin çûn wê derê, gotiye ku 2 polîsên din bi van polîsan re bûn. Lê belê di dosyayê de qala kesên sêyemîn û çaremîn nayê kirin. Ev jî detayeke balkêş e."
'DOSYA DOZÊ BÊBINGEH E'
Çelîkay anî ziman, ku dosya dozê ji aliyê giştî ve bêbingeh e û axaftinên bi rêya telefonê hatine kirin, weke delîlê sûc hatine nîşandan. Çelîkay got, "Mesajên bersûcan ên bi rêya telefonê hatine nivîsandin, dema wan hatiye guhertin. Di qeydan de mesajên herî dawî hatine şandin li destpêkê, yên destpêkê hatine şandin jî li dawiya hatine bicihirin û bi vî rengî hewl hatiye dayîn delîlek jê bê derxistin. Bi vî awayî çîrokek ji xwe re afirandine û xwestine bersûcan sûcdar bikin.
Bi kurt û kurmancî, dozgerî ji gumanê kiryar peyda nekiriye, ji kiryar hewl daye gumanê peyda bike."
Parêzer Çelîkay da xuyakirin, ku li ser dîtina kiryarên kuştina polîsan heta niha lêpirsînek nehatiye meşandin û got, "Malbatên van polîsên hatine kuştin jî dozê naşopînin."