Ji bo belavkarên Kovara Ozgur Halkê 4 sal û 2 meh cezayê hepsê

Ji bo belavkarên Kovara Ozgur Halkê Hîvîdar Dîker û Emrah Demîr 4 sal û 2 meh cezayê hepsê hat birîn.

Di rûniştinya yekem a dozê de ku der heqê Hîvîdar Dîker û Emrah Demîr ên dema belavkariya Kovara Ozgur Halkê dikirin hatin binçavkirin û berdan, bi îdîayên “bi zanebûn alîkarî dane rêxistinê” û “endamên rêxistinê ne” hatibû vekirin, biryar eşkere bû.

Di rûniştinê de ku li 5. Dadgeha Cezayê Giran hat dîtin, Hîvîdar Dîker û parêzerê wê amade bûn, Emrah Demîr jî bi rêka SEGBÎS’ê ji Elbaka Wanê tevlî bû. Piştî tespîta nasnameyan û xwendina îdîanameyê, parastin hatin kirin.

Dîker û Demîr, îfadeyên xwe yên li dozgeriyê dubare kirin û bereet xwestin. Dozgerê rûniştinê, karê belavkariyê mîna “bi zanebûn alîkariya madî ji rêxistinê re kom kirine” nirxand û ceza xwest.

Parêzer Resûl Tamûr bal kişand ku ev kovarek fermî ye û bereeta muwekîlên xwe xwest.

Dadgehê piştî navbereke kurt biryara xwe da û bi îdîayên “bi firotina kovarê fînansmanê ji rêxistinê re saz dikin” ji bo Dîker û Demîr, cuda bi cuda 4 sal û 2 meh cezayê hepsê birî.

Wê parêzerê Demîr û Dîker îtîrazî biryarê bikin.