HPG'ê nasnameya 4 gerîlayên xwe eşkere kir

Nasnameya 4 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan, hate eşkerekirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, encamên şer û nasnameya 4 gerîlayên jiyana xwe ji dest dan eşkere kir.

Di daxuyaniya HPG'ê de hat gotin, "Roja 5'ê Kanûnê saet di 11:40 de, wesayîtên sivîl ên leşker tê de bûn, dema hatin li ber nîzamiyeya qereqola Şkêr a navçeya Çelê ya Colemêrgê sekinîn, hêzên me bi çekên giran û nîv otomatîk li wan reşandin. Di encamê de leşkerek hate kuştin, leşkerek jî birîndar bû. Derb li her du wesayîtan hat xistin.

Roja 6'ê Kanûnê saet di 13:00 de, bi çekên giran li leşkerên li ser girê Komando yê Çelê hate reşandin. Hejmara leşkerên di vê çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehat zelalkirin."

Di daxuyaniya HPG'ê de li ser gerîlayên jiyana xwe ji dest dane, ev agahî hate dayîn:

"Hevalên Têkoşer û Sîrwan ên di sala 2014'an de ji Rojhilatê Kurdistanê tevlî nava refên têkoşîna me bûn, di nava sê salan de li nava jiyana gerîla xwe bi pêş xistin. Di şer û taktîkê gerîla de bûn pispor. Her du hevalên me di meha Îlonê de dema bi erka xwe radibûn, li ber avê ketin û şehîd bûn. Piştî ku hevalê Têkoşer li ber avê ket, hevalê Sîrwan ji bo wî rizgar bike ket nava avê, lê nehatin rizgarkirin û şehîd bûn.

Di nava meha Tebaxê de 2 gerîlayên me yên li dora çiyayê Govendê yê navçeya Şemzînanê bi erka xwe radibûn, li artêşa Tirk rast hatin û li vir şer kirin. Piştî vî şerî herêm bi hawan, obus û topan hat bombekirin. Di encama vê bomebrdûmanê de hevalên me Merwan û Rojhat şehîd bûn.

Em her çar gerîlayên xwe yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan bi rêzdarî bibîr tînin û soza serketinê didin wan."

NASNAMEYA 4 GERÎLAYAN

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya her çar gerîlayan bi vî rengî ye:

Nasnav. Sîrwan Merîwan
Nav paşnav: Abdurrahman Keremî
Cihê ji dayikbûnê: Merîwan
Dayik-Bav: Mehbûte-Hasan
Dem û cihê şehadetê: 13'ê Îlona 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Têkoşer Çilçeme
Nav paşnav: Zanyar Mûradî
Cihê ji dayikbûnê. Saqiz
Dayik-Bav: Soybe-Abdullah
Dem û cihê şehadetê: 13'ê Îlona 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Mervan Aykût
Nav paşnav: Mahmût Ertûş
Cihê ji dayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Rabîa-Huseyîn
Dem û cihê şehadetê: Tebaxa 2016 / Colemêrg

Nasnav: Rojhat Garzan
Nav paşnav: Abdullah Zeyrek
Cihê ji dayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Meryem-Halîl
Dem û cihê şehadetê: Tebaxa 2016 / Colemêrg