Li Kerkûkê rojnamegerek hate kuştin
Li Kerkûkê rojnamegerê bi navê Mihemed Sabit yê eslê xwe Ereb ji aliyê kesên nenas ve hate kuştin.
Li Kerkûkê rojnamegerê bi navê Mihemed Sabit yê eslê xwe Ereb ji aliyê kesên nenas ve hate kuştin.
Li Taxa Îrûbe ya Kerkûkê rojnameger û karmendê Tora Ragihandina Iraqê Mihemed Sabit ji aliyê kesên nenas ve hate kuştin. Dema ku Rojnameger Mihemed bi wesayîta xwe li ser rêya malê bû ji aliyê kesên nenas ve hate gulebarankirin.
Cenazeyê Rojnameger Mihemed Sabîd rakirin Tiba Edli ya Kerkûkê.
Polîsan derbarê bûyerê de dest bi lêkolînê kiriye.