YPS: Li Rihayê 2 polîs hatin kuştin

Koordînasyona Giştî ya YPS'ê diyar kir, yekîneyên wan li Rihayê çalakiyeke sabotajê pêk anîne û di encamê de 2 polîs hatine kuştin.

Koordînasyona Giştî ya Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) li ser çalakiya duh a li semta Eyûbiye ya Rihayê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hate dayîn: "Yekîneyên me duh li semta Eyubiye ya navenda Rihayê li dijî wesayîta leşkerî ya bi tîpa Doblo ku li dewriyê digeriya, çalakiya sabotajê lidar xistin. Di çapemeniyê de hat ragihandin ku 2 polîs di vê çalakiyê de birîndar bûne. Lê ev nûçe ne rast e. Li vê derê 2 çete (polîs) hatin kuştin, 1 jî birîndar bû."

Koordînasyonê da xuyakirin, ku piştî çalakiyê çeteyên Qesrê dest bi operasyonê kirine.