Artêşa Tirk li rojavayê Minbicê dixe
Artêşa Tirk û çeteyên wê êrîşî gundên li rojavayê Minbicê dikin. Meclîsa Leşkerî ya Minbicê jî bersivê dide êrîşan.
Artêşa Tirk û çeteyên wê êrîşî gundên li rojavayê Minbicê dikin. Meclîsa Leşkerî ya Minbicê jî bersivê dide êrîşan.
Artêşa Tirk û çeteyên wê ku ji bo dagirkirinê li gundên Şêx Nasir û Cib Demê bi cih bûne, ji serê sibehê ve li gundên Îlan û Girhuok ên li rojavayê Minbicê dixin. Balafirên keşfê yên Tirk jî li ser herêmê digerin.
Ji ber êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê, ku bi qasî saetekê dewam kirin, 4 xanî xera bûn.
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi çekên giran bersivê dide êrîşan
Wekî din li ser gundên Îlan, Girhuyok, Boxaz, Qirt Wêran û bajarokê Arîmayê balafirên keşfê digerin.